PDK’ê rêxistina mafê mirovan a Kurd girt

Buroya Rêxistina Mafê Mirvan a Kurd a Hewlêrê girt.Rê neda ku heyeta ziyaretê ya girêdayî rêxistinê jî biçin Şengalê.

Rêxistina Mafê Mirov-Kurd rêxistinek Almanî ye û ofîsek wê jî li Başûrê Kurdistanê heye. Ev rêxistin li ser binpêkirina mafê mirovan xebat dike. Projeya vê dawiyê ku li ser kar dike, Şengal e. Di vê çarçoveyê de endamê heyetê yên ku xwestin biçin Şengalê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astengkirin, buroya aîdî rêxistinê ya li Hewlêrê jî hate girtin.

Nûnerê Rêxistinê ya li Başûrê Kurdistanê, Sîrwan Dartaş ê ku têkildarî buroya mijara girtinê û astengkirina heyetê ji ajansa Rojnews re axivî û got: “Wek Rêxistina Mafê Mirov-Kurd me xwest serdana Şengalê bikin. Li wir me xwest raporên cur be cur amade bikin. Lê belê em hatin astengkirin.”

Dartaş di dawî de got: “Em dest ji kar û xebatên xwe bernadin. Em ê li dijî helwesta PDK’ê di demên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û raya giştî adahdar bikin.”