Ji bo berxwederên girêva birçîbûnê bernameya moraldayinê hate çêkirin

Hunermend Xêro Abbas û lîstikvanê DBBŞT’ê berxwedêrên girêva birçîbûnê yên li Amedê ziyaret kirin.

Girêva birçîbûnê ya ku bi 50 berxwedêrî destpê kirî bi coşî û vînekî mezin berdewam dike. Îro jî stranbêj Xêro Abbas û lîstikvnên şanoyê yên Şaredariya Mezin a Amedê çalakger ziyaret kirin. Xêro Abbas bi stranan moral da çalakgerên girêvê. Piştre jî lîstikvanên DBBŞT’ê ji xwe ber ‘’Şanoya Sporê’’ lîstin. Di lîstikê de çalakger jî hebûn, sahneyên pêkenokî derketin holê. Ji bo ji Şandeya Imraliyê Ceylan Bagrîyanik û Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu di lîstikê de bi deqeyan çepik hatin lêxistin.

Piştî lîstika şanoyê berxwederên girêva birçîbûnê ji bo ku bêhna xwe vedin çûne odeyên xwe.