Bi qeyûma hewl tê dayîn ku dest danin ser vîna gel

Wekîlê Hevserokê Şaredariya Kopê Arafat Kardagî diyar kir ew qeyûma ser şaredariya wan qebûl nakin û got: ‘’Werin li şaredariyên ku wê qeyûmê bînin ser wan, em hilbijartina zûwext bikin. Em ê bibînin bê ka gel ji kê ne xweş e’’

Rêxistinên Bajêr ên HDP’ê û BDP’ê têkildarî tayînkirina qeyûmê ya li ser Şaredariya Kopê daxuyaniyeke çapemeniyê an.

 ‘HÛN JI XWE BAWER BIN EM HILBIJARTINÊ BIKIN’

Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Farûk Ûygûr diyar kir qeyûm dest li ser danîna vîna gel e û got: ‘’Kesekî ku kesek nas bike hûn deynin ser şaredariya ku bi vîna gel hatiye hilbijartin, ev dest li ser danîna bi darê zorê ye. Em biryareke wiha nas nakin û em ê nas nekin.’’

Ûygûr bi berdewamî got, heke hûn ji xwe bawer in werin em li Kopê û hemû herêmê biçine hilbijartinê. Gel kê bixwaze bila ew were ser şaredariyê û wiha anî ziman: ‘’Lê qeyûmên ku vîna gel nas nakin, em ê jî wan nas nekin û vê tayinê qebûl nekin’’

Wekîlê Hevserokê Şaredariya Kopê Arafat Karadagî jî got: ‘’ Em tevî hemû personelên xwe û endamên meclîsê li ser kar in’’ û diyar kir, ne ew û ne jî gel wê qeyûman nas nekin’’ û di dawiyê de wiha got: ‘’Werin em hilbijartinê bikin li şaredariyên ku hûn ê qeyûmê bînin. Em ê bibînin bê ka gel ji kê ne xweş e’’