Çelîk: Qeyûm li dijî vîna gel hatiye tayînkirin

Hevşaredara Artemêtanê Nûrhaya Çelîk destnîşan kir, ku berxwedana gelê Kurd a li dijî zordarî û zilma bi salan, wê dewam bike.

Dewleta AKP'ê Alîkarê Waliyê Tirk ê li Wanê weke qeyûm li şaredara Artemêtanê, Alîkarê Walî li şaredariya Îpekyolû û qeyemqam jî li şaredariyên Qelqelî û Erdîşê weke qeyûm tayîn kir.

Şexsê ku weke qeyûm tayînî şaredariya Erdîşê hat kirin, tevî polîsên tîmên taybet ket hundirê avahiya şaredariyê. Polîsên Tirk ên avêtin avahiya Şaredariya Artemêtanê, li şaneşîna şaredariyê taştê xwarin.

Hevşaredara Artemêtanê Nûrhaya Çelîk li ser tayînkirina qeyûm ji ANF'ê re axivî û got, "Bi salan e zext û zordarî li ser gel tê ferzirin. Ya dikeve ser milê me jî, berxwedan e.

Beriya niha di 'operasyonên KCK' de jî heman destwerdan li şaredariya me hat kirin. Hewl dan vîna gel teslîm bigirin. Lê belê vî gelî her carê li ber xwe da. Dixwazin vê carê jî dest li vîna xwerêveberiyê ya gel, dest li rêveberiya gel a hatiye hilbijartin werdin.

Qeyûm ne li şaredariyan, li dijî vîna gel hatine tayînkirin.

Em zanin, gelê me wê li dijî vê darbeyê têbikoşe, heta demokrasî pêk were wê têbikoşe. Em qeyûm nas nakin, gel qeyûm nas nake.

Ji serê sibehê ve li min digerin, dibêjim 'me qeyûm tayîn kir, em ê ji we re ragihînin'. Bang li min dikin ku biçim eminiyetê.

Li aliyê din li Colemêg, Amed, Wan û Êlihê ku qeyûm lê hatine tayîn kirin, înternet qut 'bûye'.