Emîn Bekîr ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin, ji bo siyaseta Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir li Parlamenta Iraqê bi bandor be, ev yekbûna wan girîng e. Bekîr destnîşan kir, ku ev yek wê ji aliyê temsîlkirina mafên gelê Kurd ve, encamên girîng bafirîne.
Bekîr da zanîn, ev yekbûn wê bandoreke erênî li têkiliyên navbera hikûmeta Başûr û hikûmeta navendî ya Iraqê jî bike û got, "Di rewşa heyî de hê hin pirsgirêk dewam dikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên nedayîna budçeyê û mijara petrolê, pirsgirêkên li qada siyasî û ji bo gelek xusûsên din, wê ev yekbûn xwedî bandor be. Bi vî awayî wê di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta navendî ya Iraqê de têkiliyeke baştir were afirandin."