Li Şirnexê topbarana dewletê
Ji Fermandariya Alayê ya Gulyazi ya li Şirnexê, top li sînorê gundê Roboskî û herêma Heftanînê tên barandin.
Ji Fermandariya Alayê ya Gulyazi ya li Şirnexê, top li sînorê gundê Roboskî û herêma Heftanînê tên barandin.
Li dû tevgera balafirên şer a duh li sînorê gundê Roboskî, îro jî Fermandariya Alayê ya Gulyazi dest bi topbaranê kir.
Top li sînorê gundê Roboskî û herêma Heftanînê tên barandin.
Ev topbaran dewam dike. Di heman demê de sewqiyata leşkerî li Qereqola Habûr 2 tê kirin.