Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tûfan Arjîn li Hezroyê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Yetîş (Tûfan Arjîn) ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li gundê Gomê Dedaş ê Hezroyê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Recep Yetîş (Tûfan Arjîn) ku tevî 5 hevalên xwe roja 23'ê Tebaxê li navçeya Qisle ya Dersîmê di bomberdûmana daristana Bezikê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Gomê Dedaş ê navçeya Hezro ya Amedê hat veşartin.

Piştî ku wecîbeyên olî li meydana gund bi cih hatin anîn, girseya gel darbesta cenaze hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bir goristana gund. Cenaze li vir hat veşartin.

Piştre Hevserokê MEYA-DER a Amedê Hasan Pençe li vir peyivî û got, "Hikûmeta AKP'ê û Erdogan gefê li gelê me yê li Kurdistanê dixwin, hovîtiyê dikin. Hûn çiyayên me xera bikin jî, hûn zarokên me qetil bikin jî hûnê nikaribin vî gelî biqedînin."