Goran: PDK dixwaze dest deyne ser serokatiya parlamentê

Lîderê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa diyar kir, PDK hewl dide dest deyne ser serokatiya parlamenta herêmê û got, ew ê ti carî nehêlin vîna wan bê desteserkirin.

Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa li Brîtanya li gel endamên Meclîsa Tevgera Goran a Brîtanya civiya. Li gorî ragihandin Tevgera Goran di civînê de Newşîrwan Mistefa li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestiya ye.

Newşîrvan Mistefa diyar kir, rewşa niha ji hemû salan dijwartire û got; "Krîza darayî, krîza şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê û krîza siyasî bandoreke zêde li Kurdistaniyan kiriye. Em naxwazin partiyek bi zorê li ser Kurdistanê biryar bide. Em xwedî îrade ne û em ê nehêlin îradeya me bê desteserkirin."

Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa  di dewama axaftina xwe de got; "Tenê serokatiya parlamentê di destê PDK'ê de nîne. Dixwaze wê jî werbigrin. Tevgera Goran ji hemû aliyan re ragihandiye ku asayîkirina rewşê bi siyasata PDK'ê ve girêdayî ye. Nabe ew bi zorê biryaran li ser wan ferz bikin."