Gerîlayên HPG’ê Ozalp û Goktaş ji bo rêwitiya dawî hatin birêkirin
Gerîlayên HPG’ê Alî Ozap û Yuksel Gokbaş yên ku di bombekirinên Nazimiyê de jiyana xwe ji dest dayin ber bi bêdawitiyê ve hatin birêkirin.
Gerîlayên HPG’ê Alî Ozap û Yuksel Gokbaş yên ku di bombekirinên Nazimiyê de jiyana xwe ji dest dayin ber bi bêdawitiyê ve hatin birêkirin.
Ji bo gerîlayên HPG’ê Alî Ozalp (Dilgeş Sorpiyan) û Yuksel Goktaş (Serhat Dêrsim) di encama bombekirina piştî şerê li navçeya Nazimiyê ya Dersimê de jiyana xwe ji dest dayin û piştî ku encamên DNA’yê hişkere bûn, ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî Cenazeyên wan hatin stanin û ji bo wan merasîmek hate lidarxistin.
Di merasîmê de hevserokên Şaredariya Dersîmê, wekîlê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu, hevserokên HDP’ê, DBP’ê û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn. Cenaze ji morga cemevî hatin standin û li ser milê gel bi dirûşmên ‘’Şehîd Namirin’’ birin heta bi cihê merasîmê.
Di merasîmê de Onlu sersaxî ji malbata re xwest.
BI SEDAN KESÎ LI SER MILAN DANÎN
Piştî merasîmê cenazeyê Ozalp ber bi gundê Sorpiyan a Pertekê ve birin. Di veqetandeka rê ya Pertekê de ji ber ku leşkeran rê li trafîkê girtibûn û kontrola nasname û bagajan dikir, vê bi xwe re bertek anî. Gel ji wesayitên xwe derketin û helwest nîşan dan.
Cenaze pêşî birin mala li Sorpiyan. Li vê derê bi sedan kesî rahişt cenaze û bi dirûşma ‘’Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne’’ ber bi goristanê ve birin û veşartin.
Birayê Ozalp, Çagdaş Ozalp diyar kir, birayê wî bêyî ku azadiya gelê wî hebe, ne pêkan bû ku bijî û tevlî nav refên gerîla bû. Spasiya xwe li gel kir.
LI GUNDÊ XWE BI DIRÛŞMÊN ‘ŞEHÎD NAMIRIN’ HATE VEŞARTIN
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yuksel Gokbaş jî ji bo ku li gundê Gerîşê yê Nazmiyê veşêrin bi sedan wesayit bi rê ketin. Li Nazimiyê leşker rê li konvoyê birîn. Li ser gel dronê diçû û dihat. Li vir jî bi sedan kes bi leşkeran re ketin nîqaşê.
Li têketa gund Gokşan ji wesayita Cenaze hate derxistin û li ser milan, bi dirûşmên ‘’Şehîd Namirin’’ birin goristanê.
Goktaş piştî deqeyek rêzgirtinê hate veşartin.