Cenazeyê Gerîlaya YJA Starê Eylem Elçîçek ku 6’ê Îlonê di şerê navçeya Dihê ya Sêrtê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê bû, ji hêla malbatê hate teşxîskirin. Cenazeyê Elçîçek ku piştî karûbarên dozgeriyê ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin, anîn Goristana Zeyve ya li navenda Sêrtê. Di merasîmê de tevî rêveberên DBP û HDP’ê yên bajêr, bi sedan welatî amade bûn. Dema cenaze dihat definkirin jî polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî dor li goristanê girtin.
Cenazeyê Elçîçek piştî wecîbeyên olî bi lorikan hate veşartin.
Piştî merasîma cenazeyê, polîsên Tirk bavê Elçîçek Reşît Elçîçek binçav kirin. Sedema binçavkirina bav Elçîçek ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê nehate fêmkirin.