Gelê Suryanî jî xwedî li Ocalan derket: Ew Rêberê me ye
Gelê Suryanî ji bo piştgiriyê hatin serdana berxwedêran. Suryaniyên ji Amed û Mêrdînê hatin, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Gelê Suryanî ji bo piştgiriyê hatin serdana berxwedêran. Suryaniyên ji Amed û Mêrdînê hatin, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
Suryaniyên hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê gotin, ew dixwazin tavilê agahiyê ji Ocalan bigirin.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Amedê, ku ji bo hevdîtin bi Ocalan re were kirin destpê kir, di rojeva 5. de ye. Çalakî ji aliyê 50 berxwedêran ve tê meşandin, ku siyasetmedar, nivîskar, sînemavan, rojnamevan û şanoger jî hene.
Gelê Suryanî ji bo piştgiriyê hatin serdana berxwedêran. Suryaniyên ji Amed û Mêrdînê hatin, berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.
HOBÎL: OCALAN HÊZA AŞTIYÊ YA CÎHANÊ YE
Şabo Hobîl ê Suryanî da xuyakirin, ku Suryanî, Kurd û gelên Mezopotamyayê bi tirsa windakirina Rêberê xwe ne û diyar kir, dewleta Tirk hewl dide Kurdan tine bike. Hobîl da zanîn, tecrîda li ser Ocalan, tehdê li gelên Mezopotamyayê dike û got, "Kes nizane bê çi pê hatiye, çi dike. Em jî destekê didin vê çalakiya gelê Kurd a li vê derê. Gelê Suryanî timî dibêje, ku dixwaze bi biratî bi gelê Kurd re bijî. Ocalan ji bo min Rêberek e. Rêberê gelên Mezopotamyayê ye. Hêza aştiyê ya vê cîhanê ye. Hemû welatên cîhanê pesnê Ocalan didin, lê yên li cem wî vê nabînin. Em dixwazin Rêberê me îro, derhal bê berdan."
AKAY: WATEYEKE MEZIN A OCALAN HEYE JI BO JINÊN SURYANÎ
Rêvebera Komeleya Jinên Suryanî Barbera Akay da xuyakirin, ku ew ji bo destekê bide hevalên xwe yên Kurd îro hatine vê derê û dixwazin agahiyekê ji Ocalan bigirin. Akay bal kişand ser fikarên xwe yên li ser rewşa Ocalan û got, "Ocalan ji bo jinên Suryanî xwedî wateyek emzin e, ji ber ku ew lîderekî aştîxwaz e. Ji bo me wateyeke xwe ya gelekî mezin heye. Em ji hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de ne serketinê dixwazin û dixwazin agahiyekê ji Ocalan bigirin."
GABRÎEL: EM ÊDÎ VÊ TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKIN
Serokê Komeleya Suryaniyên li Midyatê Yakop Gabrîel jî got, "Dem hatiye ku em vê tecrîdê êdî rakin. Weke gelê Suryanî em destekê didin vê greva birçîbûnê û dibêjin, ji her tiştî re amade ne. Em ê ji bo biratiya gelan, vê piştgiriya xwe bidomînin."
OZDEMÎR: EM JI BO AZADIYA OCALAN Û AŞTIYÊ TÊDIKOŞIN
Alîkara Seroka Komeleya Jinên Suryanî Teodora Ozdemîr diyar kir, ne tenê gelê Kurd, gelê Suryanî jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dike. Ozdemîr destnîşan kir, ku civakên Kurd û Suryanî bi hev re têdikoşin û got, ew ji bo azadiya Ocalan û aştiyê têdikoşin.