Leşkerên Tirk sivîlek li ser sînorê Efrînê qetil kirin
Leşkerên Tirk sivîlek li ser sînorê Efrînê qetil kirin û cenazeyê wî revandin.
Leşkerên Tirk sivîlek li ser sînorê Efrînê qetil kirin û cenazeyê wî revandin.
Êrîşên leşkerên Tirk ên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê yên li hemberî sivîlan dewam dikin.
Leşkerên Tirk, Mihemed Elo yê 33 salî, ku ji Bakurê Kurdistanê vedigeriya Efrînê qetil kirin û cenazeyê wî revandin Kîlîsê.
Li gorî agahiyan, Mihemed Elo yê ji gundê Kerdohê, beriya 2 salan ji bo kar biçe çûbû Bakurê Kurdistanê û ji bo Cejna Qurbanê vegeriya bû.
Semîr Elo birayê Mihemed Elo bang li dewleta Tirk kir ku bes êrîş bike û cenazeyê birayê wî bidin wan.