KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Zarokê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Dûran ku di 30'ê Tebaxê de li hewşa mala xwe bi guleya polîsên Tirk bi giranî birîndar bû, duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
'Her parçeyekî bedena min Nisêbîn, Sûr, Cizîr e'
Xebat Aktepe yê li Colemêrgê çalakiya canbexşane pêk anî, li dû xwe nameyek hişt. Aktepe di nameya xwe de got, "Ji bo min her parçeyekî bedena min Nisêbîn, Sûr, Cizîr e" û bi vî rengî sedema çalakiya xwe rave kir. -
PÇKS: Divê rewşa Ocalan derhal zelal bibe
Rayedarê PÇKS'ê Hisên El Elî bal kişand ser xeteriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, gelê Kurd li bendê ye rewş derhal zelal bibe. -
Leşkerên Tirk êrîşî Rojava kirin: 2 şervanên YPG’ê birîndar bûn
Leşkerên Tirk li gundê Endîwar ya girêdayî bajarê Dêrikê ya Rojava, wesayîta şervanên YPG’ê gulebaran kir û 2 şervan birîndar kirin. -
Dûman ê li Wanê polîsan gule lê barandin jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Dûman ê li navçeya Îpekyolû ya Wanê dema li şaneşîna xwe rûdinişt polîsan gule li seran da, îşev jiyana xwe ji dest da. -
Li Şirnexê li dijî nuqteyên leşkerî çalakiyên hemwext
Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li dijî herêma baregehên leşkerî yên li Girê Kûyû û Fermandariya Tabûra Mîllî ya li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê çalakiyên hemwext li dar xistin. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Operasyonên qirikirina siyasî ya li bajarên Kurdistanê dewam dike. Li Taxa Îskenderpaşa ya Sûrê di serdegirtinên malan de 24 kes hatin binçavkirin. -
Rûspiyên El Bobine jî piştgiriyê didin hêzên şoreşger
Rûspiyên El Bobine yê girêdayî Kantona Efrînê ragihandin ku ew hêzên şoreşger yên li eniyên herî pêş li dijî DAIŞ’ê şer dikin, destek dikin. -
Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG’ê didome
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku 5’ê Îlonê li dijî qereqola Hêşet a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakî hatiye lidarxistin. -
HPG: Li Çelê 3 helîkopterên Skorsky hatin rûxandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şerê li Çelê daxuyaniyek da, ragihand ku 10 leşker hatin kuştin û 3 helîkopterên Skorsky jî hatine rûxandin. -
Li Robarok li dijî herêmên baragehên leşkerî çalakî
Li bajarokê Robarok ê girêdayî navçeya Şemzînan, gerîlayên HPG’ê li dijî baregahên leşkerî çalakiyek bi çekên giran li dar xistin. -
Dewleta Tirk li Çelê çi qasî tengezar dibe teqwiye dike
Dewleta Tirk a li Çelê ji gerîlayan derbên giran dixwe, ji gelek bajaran teqwiye dişîne Çelê. -
YPS'ê li Artemêtanê li lojmanên dadger û dozgeran da
Koordînasyona YPS'ê diyar kir, li navçeya Artemêtan a Wanê roja 5'ê Îlonê saet di 21:30 de yekîneyên wan li dijî lojmanên dadger û dozgeran û 2 mewziyên li pêşiya lojmanan çalakî pêk anîne. -
'Hûn nikarin Ocalan jî, gel jî radest bigirin'
Çalakgerên ku bi daxwaza bi Ocalan re hevdîtin pêk were dest bi greva birçîbûnê kirine, ji hêla Hevserokê KCD’ê Dîcle, Hevberdevkên HDK'ê Koçyîgît û Kurkçu û Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag ve hatin ziyaretkirin. -
KONGRA GEL: Em xwedî li greva birçîbûnê ya li Amedê derkevin
KONGRA GEL greva birçîbûnê ya li Amedê silav kir û bang li gel kir, ku xwedî li Ocalan û vê berxwedanê derkeve. -
Li Dîlokê provokasyona Şaredariyên AKP'yî
Di dema veşartina cenazeyên qurbaniyên komkujiya Dîlokê Kûmrû Îlter û Ahmet Toraman de, provokasyonek derketibû holê. Li gorî gotinên karkerekî şardariyê, ev provokasyon ji aliyê Şaredariya AKP'yî ve hatiye derxistin. -
Hevserokên KCD, HDK û HDP'ê hatin serdana greva birçîbûnê
Hevserokên KCD, HDK û HDP’ê û parlamenter hatin serdana 50 kesên ji bo agahî ji Ocalan bê girtin, ketine greva birçîbûnê. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Başûrê Kurdistanê barandin
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê barandin. -
Wesayîteke zirxî li Dersîmê pê li jinekê kir
Li Dersîmê, wesayîteke zirxî ya polîsên Tirk pê li jinekê kir. Şêniyên bajêr jina birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya li bajêr. -
Belavkirina rojnameya Azadiya Welat mîna sûc hat dîtin
Ji xebatkarên rojnameya Azadiya Welat ên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin. Xebatkarek jî piştî ku hat berdan, careke din hat binçavkirin. Di biryara girtinê de, belavkirina rojnameyê weke 'gumaneke xurt a endametiya rêxistinê' hat dîtin. -
Bi deh hezaran Cizîrî ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran û agahiyê ji Ocalan bigirin, bi deh hezaran kes li Amûdê meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. -
'Em ê qeyûmê AKP'ê nas nekin'
Hevşaredara Qoserê Leyla Salman diyar kir, AKP'ê bi biryarnameya erkdarkirina qeyûman re darbe kiriye û destnîşan kir, ku ew ê qeyûman nas nekin. Salman got, ew ê ji niha û pê ve jî şaredariyê bi gelê xwe re bi rê ve bibin. -
Greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd li Rihayê hate silavkirin
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî, greva birçîbûnê ya ku siyasetmedarên Kurd dayî destpêkirin silav kirin. -
Gerîlayan tugaya ku Bînali Yildirim ji bo ‘Moral’ çûbûyê kir hedef
Li Çelê gerîlayan li tugaya Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ‘Moral’ bide leşkeran çûbûyê, bi hewan çalakiyek li dar xist. -
YPG’ê bersiva êrîşên leşkerên Tirk da: 1 mirî
Leşkerên Tirk careke din gule li qereqola Xanuka ya di navbera Dirbêsiyê û Amudê reşand. Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê leşkerek hate kuştin.