Zarokê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Mûstafa Dûran ku di 30'ê Tebaxê de li hewşa mala xwe bi guleya polîsên Tirk bi giranî birîndar bû, duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Mûstafa Dûran ku di 30'ê Tebaxê de li hewşa mala xwe bi guleya polîsên Tirk bi giranî birîndar bû, duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Mûstafa Dûman ê 17 salî, ku li taxa Xaçort a navçeya Îpekyolû ya Wanê roja 30'ê Tebaxê ji ber gulereşandin ji maşîna zirxî ji serê xwe birîndar bû, li beşa lezgîn a nexweşxaneyek taybet jiyana xwe ji dest da.
Piştî otopsiyê, tê payîn ku cenazeyê Dûman îro were veşartin.