Greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd li Rihayê hate silavkirin

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî, greva birçîbûnê ya ku siyasetmedarên Kurd dayî destpêkirin silav kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku divê sekna greva birçîbûnê ya ku Kurdan dayî destpêkirin belav bibe û wiha got: “Ji îro û şûn de eger ku em stû li hember zilmê xwar bikin, wê zilim dewam bike.”

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi armanca piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê siyasetmedarê Kurd ji bo li dijî polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hatî destpêkirin, di pêşengtiya pêkhateyên KJA Riha, rêxistinê HDP û DBP’ê û rêxistinê navçe û bajar daxuyaniyekî girseyî hate lidarxistin. Di daxuyaniya ku li Parka 4’ê Nîsan a Azadî ya Xelfetiyê Parlemeterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr û Îbrahîm Ayhan, hevserokên navçeya HDP’ê, endamên PM, Dayikên Aştiyê, Aktivîstên KJA, hevşaredarên Xelfetî û Hewag û bi sedan kes beşdar bûn. Di daxuyaniya ku greva birçîbûnê hate silavkirin dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn, em bi te re ne ey Serok” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Ji beriya daxuyaniyê parlementer û hilbijêr têkildarî pêvajoyê bi gel re axivîn. Piştî daxuyaniyê di destpêkê de Hevseroka HDP’ê yê Riha Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê û Erdogan ne li aliyê çareseriyê ye, binî xet kir ku polîtîkayên şer û neçareserkirinê de bi israr e. Surucu da zanîn ku li dijî her cure polîtîkayên bêçareseriyê wê li ber xwe bidin, azadî û aştî teqez bi berxwedanê mumkun e.

‘BI DARBEYA 8’Ê HEZÎRANÊ RE JI WÊ ROJÊ VE WÎ WELATÎ TI ARAMÎ NEDÎT’

Piştre Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û destnîşan kir ku li Mezopotamyaya ku yekem car bingehê mirovatiyê lê hate danîn, Kurdistan e, heta ku li ser vê xakê şer û rondikên çavan serdest be, qebûl nakin û nayê qebûlkirin. Baydemîr da xuyakirin ku ji ber polîtîkayên şer êdî mirovahî bedenê xwe didin ber grevên birçîbûnê û wiha got: “Ji bo ku dayik rondikan nerêjin û hesreta zarokên xwe nekêşin ji bo 78 milyon mirovan yên ku bendenê xwe didin ber mirinê, enceq ew mirov bi wijdan in. Ji Xelfetiyê em bi hezar caran wijdan wan, silav dikin. Em di demekî wisan re derbas dibin ku edaleta dîrokî carekî din tekerur dike. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li welat vîneke derket holê. Ew vîn li gel Tirk, Kurd, kedkar, Elewî û li gel Ereban bi girseyî nûnerên gel şandin parlementoyê. Lê bi 8’ê Hezîranê û şûn de refa desthilat ji bo ku desthilatdariya xwe winda neke, ji bo koalîsyonê bike vîna ji nedîtî ve hate. Derbe hate kirin. Di encama darbeya 8’ê Hezîranê de ji wê rojê heta niha vî welatî aramî jiyan nekir. Mirovatiyê aramî, hêviya jiyanê nejiya”

 ‘EGER KU LI HEMBER ZILMÊ STÛ BÊ XWARKIRIN, WÊ ZILIM DEWAM BIKE’

Baydemîr diyar kir ku AKP ji bo ku desthilatdariya xwe biparêze dayik zarokên xwe ber bi mirinê ve rê dike û atmosferekî ya kaosê pêk tîne, ji bo îstikrarê teqez pêdivî bi aştî û çareseriyê heye. Baydemîr binî xet kir ku ji bo parastina aştî û azadiyê pêwîstî bi edaletê heye. Baydemîr wiha axivî: “Ev li kûne edalet li kû ne. Vê yekê hewl didin ku bi civakê bidin qebûlkirin. Yan ku dikarin bikirin, dikirin yên ku nikarin jî bikirin di helînin. Em soz didin kesên ku jiyana xwe ji dest dane ti kes nikare me bikire, ne jî dikire. Li vî welatî mekanîzmekî ku şer ferz dike heye. Eger ku hûn dixwazin ev welat aram bibe, eger ku hûn dixwazin şer bi dawî bibe ji kê we re bila bê divê li dijî darbeyê serî bilind bikin.

Ji ber ku tecrîd bi xwe darbeye. Bi tecrîda li ser Birêz Oclan tê meşandin bi xwe darbeya mekanîzmeyê dikeve jiyanê ye. Ji ber vê yekê îro li Amedê 50 siyasetmedarê Kurd ji bo dawîkirina tecrîdê rabe bedenên xwe dane ber birsîbûnê. Em vê sekna Kurdan li her derê belav bikin. Bi hev re parve bikin. Eger ku jî îro û şûn der li hember zilmê serî bitewînin, wê zilim dewam bike.”

Piştre jî Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan axivî û bal kişad ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînê antî-demokratîk û îxlalên mafê mirovan. Ayhan destnîşan kir ku gelê ku kesekî mîna Rêber ji bo xwe daye diyarkirin û dibîne, berdewamkirina polîtîkayên tecrîdê nayê qebûlkirin.

Piştî axaftinan û şûn de li gel helbestan greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd ku li Amedê dayî destpêkirin silav kirin û govend gerandin. Daxuyanî bi dirûşim û gerandina govendê ve bi dawî bû.