Bi deh hezaran Cizîrî ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran û agahiyê ji Ocalan bigirin, bi deh hezaran kes li Amûdê meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran û agahiyê ji Ocalan bigirin, bi deh hezaran kes li Amûdê meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. Ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran û tavilê agahiyê ji Ocalan bigirin, bi deh hezaran kes li Amûdê meşiyan. Di meşê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin. Ji bajarên Hesekê, Til Temir, Zergan (Ebû Raseyn), Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbesiyê, Girkê Legê û Dêrikê yên Kantona Cizîrê tevlî meşê bûn. Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî bi yek dengî gotin, "Em dixwazin Ocalan azad bibe."
Meşê ji meydana Jinên Azad destpê kir û gara Amûdê dewam kir. Di axaftinên li vir de işaret bi tecrîda giran a li ser Ocalan hat kirin û hat xwestin, derhal heyetek biçe Îmraliyê, lêkolînan bike û daxuyaniyeke têrker bide.
Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Henîfe Hisên li vir ji gel re axivî û got, "Piştî 15'ê Tîrmehê em ji şert û mercên jiyana Rêberê bi fikar in. Ji her şêwe gef û rîskên li ser Rêberê me, rêveberên dewleta Tirk berpirsyar in."
Hisên axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji bo fikarên me ji holê rabin û tansiyon kêm bibe, divê heyetek serbixwe derhal biçe Îmraliyê, mercên tenduristî û ewlekariyê yên Rêberê me lêkolîn bike û ji raya giştî re agahiyên têrker bide. Wekî din, em dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriyeyê û Kobanê qebûl nakin û li dijî her şêwe dagirkeriyê em ê têbikoşin. Di navbera dagirkirina Bakurê Sûriyeyê û tecrîda li Îmraliyê de têkilî heye. Hêzên di sala 1999'an de komploya 15'ê Sibatê pêk anîn, hê jî li ser kar in û dixwazin herêmê li gorî berjewendiyên xwe biguherînin. Em ji vê derê careke din dibêjin, heta azadiya Rêbertî bila jiyan li me heram be. Û ji bo azadiya Rêbertî em ê bi her awayî têkoşînê mezin bikin."
'ERDOGAN XEWN Û XEYALÊ ÎMPARATORIYÊ DIBÎNE'
Serokê Desteya Berhemên Dîrokî û Tûrîzmê Hisên Elî jî bi zimanê Erebî ji çalakgeran re axivî û got, "Yên destekê didin DAIŞ'ê, berpirsyarê mirin û şerê li Sûriyeyê ne." Elî da xuyakirin, ku serkêşê dewleta Tirk Erdogan bi xewn û xeyala Osmaniya berê tevdigere, lê wê ti carî bi ser nekeve û axaftina xwe wiha dewam kir: "Vîna hevpar a gelên li Rojava, xeyalên împaratoriyê yên dewleta Tirk tine kir. Em ê dagirkirina Bakurê Sûriyeyê û Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve ti carî qebûl nekin. Çawa ku me bi vîna hevpar a gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî ev çete ji vê xakê avêtin, em ê bi heman rengî nehêlin ku dagirker li vê xakê bimînin."
Nûnerên Asûrî û Yekîtiya Star jî dan xuyakirin, ku Ocalan nirxê hevpar ê gelan e, temînata aştiya navbera gelan e û destnîşan kirin, ku ew bi biryar in tecrîdê bişikînin û ji bo azadiya Ocalan têbikoin.
Meş û mîtînga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi qîrîna dirûşme û tilîliyan qediya.