Hevşaredara Qoserê Leyla Salman diyar kir, AKP'ê bi biryarnameya erkdarkirina qeyûman re darbe kiriye û destnîşan kir, ku ew ê qeyûman nas nekin. Salman got, ew ê ji niha û pê ve jî şaredariyê bi gelê xwe re bi rê ve bibin.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
sêşem, 6 rezberê 2016, 07:00
Nerazîbûna gelê Mêrdînê ya li biryarnameya AKP'ê ya ji bo erkdarkirina qeyûman, dewam dike. Hevşaredarên DBP'yî, ku beriya biryarnameya qeyûman jî zordariya binçavkirin, girtin û zexta bêdengkirinê li wan dihat kirin, amadekariyand ikin ku li dijî qeyûman li ber xwe bidin. Yek ji cihên ku gefa qeyûm lê tê xwarin Şaredariya Qoserê ye. Hevşaredar Leyla Salman a par meha Adarê hat girtin û çar meh û nîvan li girtîgehê ma, da xuyakirin ku ew ê berxwedana xwe ji niha û pê ve mezintir bikin. Salman got, ew ê qeyûman nas nekin.
'DARBE JI ALIYÊ AKP'Ê VE TÊ KIRIN'
Salman diyar kir, AKP'ê di dema desthilatdariyê de polîtîkayeke hevnegirtî û durû meşandiye û bibîr xist, ku herî dawî pêşnûme qanûna li ser erkdarkirina qeyûman ji rojeva meclîsê dexist, lê piştre bi Biryarnameya bi Hikmê Qanûnî (BHQ) ev yek xistiye meriyetê. Salman destnîşan kir, ku ev rewş berhema zîhniyeta darbekar û durû ya AKP'ê ye û got, "AKP'ê bi lihevkirineke sexte pêşnûme vekişand. Xwest bi vê yekê ve pêşî li nerazîbûna gelan a li dijî vê pêşnûmeyê bigire. Bi vê biryarnameyê ve AKP dixwaze bêyî kes pê bihese vê pêkanînê bixe meriyetê." Salman da xuyakirin, ku gelê Kurd wê li dijî vê biryarê heta dawiyê li ber xwe bide, qeyûmên AKP'ê nas neke û anî ziman, AKP'ê darbe li vîna gel kiriye, lê ev darbe wê ji aliyê gelê Kurd ve bê pûçkirin.
Salman biryarnameya ji bo erkdarkirina qeyûman li şûna şaredaran weke darbeyê pênase kir û ragihand, darbeya rastî ya li hemberî nûnerên gel ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin.
'EM Ê QEYÛMAN BI KULÎLKAN PÊŞWAZÎ NEKIN'
Hevşaredar Salman da zanîn, dema wan şaredarî qezenc kirin, berdêlên gelekî giran dan û wan şaredarî bi gelê xwe re qezenc kirine. Salman destnîşan kir, ku ew ê şaredariyên xwe radestî kesî nekin û got, "Mîna ku birêz Demîrtaş jî got, em ê qeyûman bi kulîlkan pêşwazî nekin. Em ê bi awayî qeyûmên çav berdane vîna gel nas nekin. Em vîna gelê xwe teslîmî wan nekin."
Navborî bibîr xist, destketiyên gelê Kurd bi berdêl û kedeke mezin bi dest ketine û ragihand, êrîşên li dijî destketiyên gel wê rê li ber nerazîbûnê vekin. Salman ji ge xwest, bi ti awayî qeyûman nas neke û nede xebitandin. Leyla Salman anî ziman, ew ê ji niha û pê ve jî tevî gelê xwe, rêveberiyên herêmî bi rê ve bibin.
Salman got, "Em ê destketiyên gelê xwe radestî qeyûman nekin" û anî ziman, ku AKP'ê bi mehan e di pratîkê de qeyûm wezîfedar kiriye û bal kişand ser zext û zordariya li wan tên kirin.
Hevşaredar Salman diyar kir, di çarçoveya zextên AKP'ê yên li ser Şaredariyên DBP'yî de ew jî di meha Adarê de hat binçavkirin û bi hinceteke sosret hat girtin. Salman da xuyakirin, ku sedema ew pê hat girtin, sedemeke ku heta wê rojê nehatiye dîtin û di hiqûqê de nehatiye pênasekirin. Hevşaredar da xuyakirin, ku sûcê wê weke 'meylkirina sûcdar' hatiye nîşandan û bi vê yekê hatiye giritn. Salman destnîşan kir, ku AKP bi mehan e demeke ji zextên giran, li hemberî wan dimeşîne.
'EM SOZ DIDIN GELÊ XWE: EM Ê LI BER XWE BIDIN'
Salman bibîr xist, gelê Kurd heta dawiyê bi dîrok, nirx û têkoşîna xwe ve dilsoz e û ragihand, gel bi wan bawer kiriye, lewma ew hilbijartin e û ew ê jî vê baweriya gel ti carî bêbersiv nehêlin.
Salman bang li gelê Kurdistanê û Mêrdînê kir û got, "Ji niha û pê ve qeyûm hebe jî tine be jî, em ê rêveberiya xwe ya bi gel re bidomînin, her li ber xwe bidin. Ev gel hêjayî her tiştî ye. Em jî soz didin gelê xwe ku em ê serî li ber qeyûm û zextan netewînin, em ê li ber xwe bidin."