BI DÎMEN

'Her parçeyekî bedena min Nisêbîn, Sûr, Cizîr e'

Xebat Aktepe yê li Colemêrgê çalakiya canbexşane pêk anî, li dû xwe nameyek hişt. Aktepe di nameya xwe de got, "Ji bo min her parçeyekî bedena min Nisêbîn, Sûr, Cizîr e" û bi vî rengî sedema çalakiya xwe rave kir.

Roja 27'ê Tîrmehê saet di 22:00 de, gerîla Xebat Aktepe bi wesayîteke bombebarkirî li dijî qereqola polîsên tîmên taybet a Depînê a li Colemêrgê çalakiyeke canbexşane pêk anî. Dema 15 leşkeran hewl didan li wesayîtên xwe siwar bibin, wesayît hat teqandin. Di encama vê teqînê de 3 kûle hilweşiyan, panzerek şewitî û aliyê pêş ê avahiya qereqolê hilweşiya. Di çalakiyê de 15 polîsên tîmên taybet hatin kuştin û 13 polîsên tîmên taybet û 15 leşker bi giştî 28 kes birîndar bûn. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo bîranîna gerîlayên HPG'ê Rêber Amed, Çiyager Rênas û hemû gerîlayên di demên dawî de jiyana xwe ji dest dan, hat lidarxistin.

TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ VÊ ÇALAKIYÊ REWA DIKE

Xebat Aktepe (Ejder Ecer) di sala 1997'an de li gundê Aktepe yê navçeya Çinar a Amedê ji dayik bû û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li navçeya Çinarê û lîse jî li Amedê xwend. Aktepe di nameya xwe ya ji bo çalakiya canbexşane de dibêje, wî di dema xwendina lîseyê de PKK baştir nas kiriye.

Aktepe di nameya xwe de balê dikişîne ser bandora şerê dijwar ê di sala 2012'an de di navbera gerîla û dewleta Tirk de qewimî û dide zanîn, ku li ser vê yekê ew tevlî nava refên têkoşînê bûye. Piştî perwerdeyeke kurt, Aktepe li eyaleta Wanê tê wezîfedarkirin û li vir têkoşîna azadiyê didomîne.

Aktepe mîna gerîlayên din, di rapora ji bo çalakiya fedayî de radigihîne, ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wî biryara pêkanîna çalakiyê standiye. Aktepe di nameya xwe de vê rewşê bi vî rengî vedibêje: "Tecrîdkirina Rêbertî bandoreke mezin li min kir. Ev êrîşên giran ên dijmin û tecrîda li ser Rêbertî, çalakiya canbexşane ya ku dixwazim di vê pêvajoyê de pêk bînim, rewa dike. Tecrîda 17 salan a li Girtîgeha Îmraliyê, bi rengekî giran dewam dike. Weke ku tê zanîn azadiya Rêbertî azadiya tevahiya gelê Kurd e. Lewma tecrîda niha li ser temamiya gelê Kurd e. Û weke hêza HPG'ê divê em bi ruhekî fedayî şer bikin."

Aktepe di dewama nameya xwe de balê dikişîne ser êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî berxwedêrên xwerêveberiyê, kiryarên li derveyî mirovahiyê û destnîşan dike, ku ev çalakiya wî xwedîderketina li gel e. Aktepe got, "Di nava rewşekê de ku Sûr, Nisêbîn, Cizîr û gelek bajarên me hatine xerakirin, komkujiyên gelekî mezin li gelê me tê kirin, li jêrzemînên li Cizîrê mirovên me bi saxî tên şewitandin û êrîşên giran li hemû bajarên Kurdistanê dewam dikin, pêwîste em nîşan bidin ku ev gel bêxwedî nîne û di têkoşîna xwe de israr bikin."

BEŞEK JI NAMEYA GERÎLA XEBAT

"Pêvajoya heyî, çalakiyên Mazlûm Dogan, Zîlan, Arîn Mîrkan, Zinar û bi hezaran lehengên min navê wan bilêv nekirine, tîne bîra mirovan. Em dizanin ku Rêbertî rexneyê li çalakiyên bi vê rêbazê dike. Lê belê di vê demê de, li dijî êrîşên dijmin divê em bi hemû hêza xwe dilsoziya xe ya ji bo Rêbertî û azadiya vî gelî nîşan bidin. Ev çalakiya min a canbexşane nîşaneya dilsoziya min a bi Rêbertî, şehîdan û gelê min e. Ez vê çalakiyê ji bo xwe weke mafekî rewa dibînim. Ji ber kêmasiyên xwe yên min beriya niha di xeta Rêbertî de kir, rexnedayîna xwe didim.

Ji gelê Kurd ê welatparêz re;

Ji bo gelê xwe yê welatparêz ê ku li dijî her şêwe polîtîkaya şer a dijmin li ber xwe dide, ez vê çalakiya xwe weke mafekî dibînim. Divê gelê me zanibe, fedayiyên bi ruhê Apoyî şer dikin, hene. Girîng e gelê Kurd zanibe, hêzeke leşkerî ya mîna HPG'ê heye ku bi rengekî fedayî şer dike û bêyî ti fikar û gumanan canê xwe feda dike. Dema pêwîstî pê hebe, em ji bo gelê xwe çalakiyên bi vî rengî lidar dixin. Ji bo min her parçeyekî bedena min Nisêbîn, Sûr, Cizîr e. Bila gelê me baş bi vê zanibe. Ji bo gelê me bi rengekî azad li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî û di çarçoveya hevjiyanê de bijî, weke milîtanekî PKK'ê ez vê çalakiyê lidar dixim. Tişta ku herî zêde ez li ber dikevim ew e, gelê me van nabîne. Ez dixwazim bi vê çalakiyê ve bibim bersiv ji vê pêvajoya dîrokî re. Ji bo vî welatê ku bê teredût em canê xwe feda dikin, ji bilî şer ti alternatîf nîne. Şert e ku em li siberojê jî bifikirin. Serîtewandin, di vê pêvajoyê de ku berxwedanê ferz dike, tê wateya xiyanetê. Li dijî her şêwe polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dijminê gelê Kurd, divê bi gotina fermandarê mezin Egîd 'parastina herî baş, êrîş e' têkoşîn bê meşandin. Ez vê çalakiyê ji bo vî gelî weke rexnedayîna xwe dikim. Bang li tevahiya gelê me dikim ku bi rengekî topyekûn rabe serhildanê û hemûyan silav dikim.

Ji hevrêyên hêja yên YJA Starê re,

Dixwazim bêjim, ku bi saya perwerdeya li nava partiyê min îdeolojiya rizgariya jinê ji kûrahî ve pejirandiye. Ez her tim li dijî zîhniyeta heyî têkoşiyam. Di vê mijarê de min her tim hewl da xwe îqna bikim û bi pêş ve bibim. Dixwazim bêjim ku li ser bingeha xeta Rêbertî kûr bûm û bi sekna gelek hevrêyên jin, min ev yek fêhm kir. Weke hêza leşkerî ya jinên Kurd, şerê tevgera jinê ku li cîhanê mînakeke vê nîne, rewşeke muhteşem e. Di warî partîbûyîna min de yek ji mijarên herî zêde bandor li min kiriye. Di vê doza xwe de, ku li ser bingeha xeta rast ez bi jiyanê ve girê da û di oxira wê de canê xwe feda dikim, ji hevrêyên jin gelek tiştan hîn bûm. Wekî din dixwazim bêjim, ku îdeolojiya rizgariya jinê wê ji sedî sed bi ser bikeve.

JIYANA KU EZ DI OXIRA WÊ DE CANÊ XWE DIDIM, JI BO WE YE

Ji malbata min a hêja re,

Beriya her tiştî hêvîdar im rewşa we baş e. Di nava partiyê de min her tim hewl da hêjayî malbateke weke we ya bi şeref û bi rûmet bim. Min her tim hewl da durust bim. Ji bo gel, partiyê û we, min her tim hewl da kedekê bidim. Ez naxwazim hûn bêşin, hêvîdar im hûn ê fêhm bikin. Ev jiyana ku di oxira wê de canê xwe feda dikim ji bo Bahoz, Rênas, Berat û Amed e. Ji bo ew di dema pêş de li ser vê xakê dijmin nebînin, ji bo di nava mêtîngeriyê de nejîn û li ser bingeha xeta Rêbertî jiyaneke azad bijîn, ez ê vê çalakiyê pêk bînim. Bavê min ê hêja; divê tu zêdetir fêhm bike. Ez timî heyranê wêrekiya te bûm. Hê di hişê min de ye ku dayika min ji te re digot Egîd. Tu mirovekî camêr û naskirî ye. Divê ev çalakiya min rûmetê li sekna te ya rûmetdar zêde bike. Divê serê we bilind be. Ji bo te dikarim vê bêjim. Pêwîste diya min xwe nêşîne, xwe bextewar bibîne. Ez naxwazim tu bigirî, girî bêçaretî ye. Lewma destekê bidin hev. Ez têm destê we herduyan, gelekî ji we hez dikim û we hembêz dikim. Kekên min û xwişkên min; hêvîdar im hûn di emrê xwe de hêjayî vî nirxê ku bi çalakiya xwe dafirînim, bin. Ji we dixwazim ku destekê bidin dayik û bavê min. Yek bi yek zarokan maçî dikim. Ji ber hemû kêmasiyên xwe yên di jiyana sivîl de min kirî, rexnedayîna xwe didim. We hemûyan bi rêzdarî silav dikim.

Bi silav û hurmetên şoreşgerî

Xebat Aktepe

20.07.2016"

...