Dewleta Tirk li Çelê çi qasî tengezar dibe teqwiye dike
Dewleta Tirk a li Çelê ji gerîlayan derbên giran dixwe, ji gelek bajaran teqwiye dişîne Çelê.
Dewleta Tirk a li Çelê ji gerîlayan derbên giran dixwe, ji gelek bajaran teqwiye dişîne Çelê.
Li herêma Ertoşê ku nêzîkî 40 kîlometroyî jî Çelê ya Colemergê dûr e, şerê ku 31’ê Tebaxê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de dest pê kirî berdewam dike. Di bin navê 'herêma taybet a ewlekariyê' de li mintiqeya gundên Marûfan, Bilêca û Ziyanîşê û Serê Sêvê ku bi salan e qedexe li ser wan heye, di şer de ji ber ku bi sedan leşker 'têrê nekirine' şevê jî di serî de ji tabûrên leşkerî yên Wanê, Tîma Fatîhan a Yuksekova û ji Tugaya Komando û Çiya ya Bolûyê leşkerên tevgera taybet û polîs şandin herêmê.
TEVGERA HELÎKOPTER Û AMBÛLANSAN
Ji ber ku li herêmê rêyên ragihandinê bi temamî girtî ne agahiyeke rast jê nayê wergirtin. Tevgera helîkopter û ambûlansan nîşan didin ku şer hê berdewam e.
Li hêla din, ji Geliyê Tiyarê ku van rojên dawî şer li wir bû û ji gelek gundên ku ji 24’ê Tebaxê ve 'qedexeya derketina derve' lê hatibû ragihandin ti agahiyek nayê standin.
Bal dikişîne ku gelek ambûlans ji bo leşkerê mirî û birîndar rake, hazir têne sekinandin.
Di serî de Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê gelek nexweşxane di alarmê de ne.