YPS'ê li Artemêtanê li lojmanên dadger û dozgeran da

Koordînasyona YPS'ê diyar kir, li navçeya Artemêtan a Wanê roja 5'ê Îlonê saet di 21:30 de yekîneyên wan li dijî lojmanên dadger û dozgeran û 2 mewziyên li pêşiya lojmanan çalakî pêk anîne.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, li navçeya Artemêtan a Wanê roja 5'ê Îlonê saet di 21:30 de yekîneyên wan li dijî lojmanên dadger û dozgeran û 2 mewziyên li pêşiya lojmanan çalakî pêk anîne.

Koordînasyonê da xuyakirin, ku kuştî birîndarên çeteyên Qesrê nehatiye zelalkirin û diyar kir, çeteyên Qesrê piştî vê çalakiyê li Artemêtanê bi desteka helîkopteran dest bi operasyonê kirine.

LI TETWANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ YA LI DIJÎ STASYONA BAZ'Ê

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê her wiha ragihand, endamên YPS'ê êvara 4'ê Îlonê saet di 22:00 de li dijî stasyona bazê ya Vodafone, ku li ser rêya gundê Serxazê ye, çalakiyeke sabotajê pêk anîne û ev stasyon hatiye rûxandin.