KONGRA GEL: Em xwedî li greva birçîbûnê ya li Amedê derkevin

KONGRA GEL greva birçîbûnê ya li Amedê silav kir û bang li gel kir, ku xwedî li Ocalan û vê berxwedanê derkeve.

Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî greva birçîbûnê ya siyasetmedarên Kurd daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gef û xeteriya li ser tenduristî, ewlekarî û jiyana Rêber Apo gihîştiye asta herî bilind. Ji bo fikarên li ser jiyana Rêber Apo ji holê bên rakirin û rewşa wî were fêhmkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dixwaze hevdîtin pê re bê kirin. Tevgera me û saziyên gelê me gelek caran bang û serlêdan kirin, lê heta roja îro hikûmeta AKP'ê bersiveke erênî nedaye. Tevî vê yekê, AKP'ê polîtîkayên xwe yên dijminatiya li gelê Kurd di asteke dijwar de şidand. Ev yek bû sedem ku fikarên me yên li ser rewşa Rêber Apo bigihêje asta alarmê."

'PÊL BI PÊL WÊ MEZIN BIBE'

Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de hat gotin, "Bi pêşengiya KCD, DBP, HDP, HDK û KJA, ku wijdana siyasî û civakî ya gelê me ne, li Amedê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Ev grev wijdana gelê me ye, ku ji bo Rêbertî ketiye rewşeke alarmê. Em vê biryara greva birçîbûnê ya koma ji 50 kesî bi rêzdarî silav dikin, ku di nav de parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên partiyê, şexsiyet û gelek nûnerên civakê hene.

Berxwedana grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên li Amed û Strasboûrgê, wê bi berxwedan û çalakiyên gelê me yê welatparêz û hêzên şoreşger demokrat ên li gelemperiya Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê re, pêl bi pêl mezin bibe û li her qadê belav bibe."

BANG LI GEL HAT KIRIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, pêvajoya heyî ji bo hemû demokrat û mirovên pêşverû yên li dijî faşîzma dewleta Erdogan in, pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye û hat gotin, "Li ser bingeha parastina tenduristî, ewlekarî û pêkanîna azadiya Rêber Apo, em ê bi têkoşîna hevpar a hemû gelan û yekîtiya bindestan re faşîzmê têk bibin û siberoja azad a gelên xwe ava bikin."

Di dawiya daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de berxwedêrên greva birçîbûnê yên li dilê Kurdistanê Amedê bi rêzdarî hatin silavkirin û bang li gel hat kirin, ku li dora vê berxwedanê li hev bicive û xwedî li Ocalan derkeve.