YPG’ê bersiva êrîşên leşkerên Tirk da: 1 mirî
Leşkerên Tirk careke din gule li qereqola Xanuka ya di navbera Dirbêsiyê û Amudê reşand. Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê leşkerek hate kuştin.
Leşkerên Tirk careke din gule li qereqola Xanuka ya di navbera Dirbêsiyê û Amudê reşand. Li ser bersivdayîna hêzên YPG’ê leşkerek hate kuştin.
Artêşa Tirk di saet 18.30’an de gule li qereqola (mexfera) Xanukê ya YPG’ê ku dikeve navbera bajarên Dirbêsiyê û Amudê reşand. Li ser vê yekê şervanên YPG’ê bersiv da êrîşên leşkerên Tirk. Di bersivdayinê de leşkerekî Tirk hate kuştin. Leşkeran kuştiyê xwe bi panzerê ji herêmê rakirin.
Leşkerên Tirk di 26’ê Tebaşê de li heman herêmê wesayitên sivîlan di rê de derbas dibûn gulebaran kiribûn. Di 29’ê Tebaxê de jî heman qereqol gulebaran kiribû û di êrîşê de şervanekî YPG’ê birîndar bibû.