Rûspiyên El Bobine jî piştgiriyê didin hêzên şoreşger
Rûspiyên El Bobine yê girêdayî Kantona Efrînê ragihandin ku ew hêzên şoreşger yên li eniyên herî pêş li dijî DAIŞ’ê şer dikin, destek dikin.
Rûspiyên El Bobine yê girêdayî Kantona Efrînê ragihandin ku ew hêzên şoreşger yên li eniyên herî pêş li dijî DAIŞ’ê şer dikin, destek dikin.
Rûspiyên êlên El-Bobine yên Ereb ên Kantona Efrînê û Nûnerên Meclisa Rêveberiya Herêma Şehba û Rêveber û endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî yê Tevgera Civaka Demokratîk Heysem Mela û Hesen Silêman îro çûn serdana Hêzên Şoreşger ên li herêma Şehba ya ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dewam dike.
Rûspiyên êlên pêkhateya Ereb El-Bobine ji bo Hêzên Şoreşger ên li herêma Şehba li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin destekdayîna xwe anîn ziman. Her wiha êla El-Bobine xwarin ji bo şervanên li eniya pêş şer dikin amade kirin û li ser wan belavkirin.
Di vê çarçoveyê de rûspiyekî êlê Şerîf Cemo diyar kir ku wan xwest bi vê alîkariyê destekdayîna xwe ya manewî ji şervanên li eniya pêş li dijî çeteyan şer dikin bidin nîşandan.
Cemo di dewamiya gotinên xwe de got ku wê ew şervanên ku hedefa wan rizgarkirina xaka Sûriyeyê û avakirina jiyaneke demokratîk e destek bikin.
Di dawiya serdanê de şervanên Hêzên Şoreşger rûspiyên êla El-Bobine spaskirin û gotin ku serdana wan moralekî mezin da şervanan.