Hevserokên KCD, HDK û HDP'ê hatin serdana greva birçîbûnê

Hevserokên KCD, HDK û HDP’ê û parlamenter hatin serdana 50 kesên ji bo agahî ji Ocalan bê girtin, ketine greva birçîbûnê.

Çalakiya bi pêşengiya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP’ê tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye. Serdanên ji bo çalakgeran jî dewam dikin. Çalakiya ku li avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê dewam dike, ji aliyê gelek kesan ve hat ziyaretkirin. 

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevserokên HDP'ê Fîgen Yûksekdag û Selahttîn Demîrtaş, Hevbedrevkên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu û Parlamenterên HDP’ê ji bo piştgiriyê bidin çalakvanan, hatin serdanê. Hevserokan yek bi yek hemû çalakvan silav kirin û der bar ê tenduristiya wan û rêveçûna çalakiyê de agahî standin.