Li Şirnexê li dijî nuqteyên leşkerî çalakiyên hemwext

Hate ragihandin ku gerîlayên HPG’ê li dijî herêma baregehên leşkerî yên li Girê Kûyû û Fermandariya Tabûra Mîllî ya li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê çalakiyên hemwext li dar xistin.

Li gorî agahiyên çavkaniyê ji herêmê; gerîlayên HPG’ê li dijî herêma baregehên leşkerî yên li Girê Kûyû û Fermandariya Tabûra Mîllî ya li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê di saet 11:00’an de çalakiyên hemwext li dar xistin. Di dema êrîşê de dengê teqînên dijwar ji Fermandariya Tabûra Mîllî hatin bihîstin.

Piştî teqînê gelek ambûlans sewqî fermandariyê hate kirin. Dîsa di heman demê de jî rêya bajarokê Gundikê Melê jî li çûn û hatinê hate girtin.

Hat diyarkirin ku piştî van êrîşan tevahiya rojê tevgera helîkopteran ya li ser bajarok kêm nebû.