Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG’ê didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku 5’ê Îlonê li dijî qereqola Hêşet a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakî hatiye lidarxistin.

BEHDİNAN - ANF

HPG’ê destnîşan kir ku leşkerên hewl dane tankê bi kar bînin hatine hedefkirin, diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de li dijî qereqola Okçûlar ji du baskan çalakî hatiye lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, têkîldarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê ev agahî parve kir:

“2’yê Îlonê hêzên me li ser girekî Kerborana Mêrdînê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi gelek wesayitên zirxî û bi piştevaniya cerdevanên Mîdyadê kemînan datînin.

5’ê Îlonê saet 18.15’an gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî çalakî birine ser qereqola Hêşetê ya Berwarî ya Sêrtê. Hin leşkerên ku xwestin tankê bişixulînin derb xwarin, hin leşker mirin û hin jî birîndar bûn. Hejmara li vê derê zelal nebû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, 5’ê Îlonê, derengiya şevê saet 01.30’an hêzên me li dijî qereqola Okçular a Palû ya di navbera Depdepe-Qovanciyanê ya Elezîzê de ji du aliyan ve êrîşek li dar xistine. Milê pêşî bi rokêtan li kozika nobetê xistine û 3 leşker hatin kuştin. Milê duyem jî ketiye nava qereqolê û ji nêzîk ve derbên hîkr li leşkeran xistine. Hejmara mirî û birîndarên leşkeran ên li nav qereqolê zelal nebûye. Ev çalakî ji bo ku ji Rêber Apo agahî nehatiye standin, ji bo bîranîna Şehîd Kendal û Şehît Zinar hatiye lidarxistin.

LI RÊYA AMED-ÇEWLIKÊ ÇALAKÎ

5’ê Îlonê saet 15.00’an gerîlayên me li ser rêya Amed-Çewlikê çalakiyek li dar xistiye. Bi ser qemyonekê ku hewl da bireve gerîlayên me gule reşandin, 2 kesên ku di kamyonê de bûn, qemyon hiştin û reviyan. Tespît bû ku ev wesayit a sîxurên dewletê bû û wesayit hate şewitandin.

5’ê Îlonê di navbera saetên 16.30 û 18.00’an de gerîlayên me di navbera Mûş û Pasûr a Amedê de, li ser rê çalakiya kontrolê kirine. Ji rêwiyan re têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo agahî hatiye dayin. Piştî çalakiyê qereqola Şiktikê ya Pasûrê bi tank û hewanan bombe avêtine qada çalakiyê.

BALAFIRÊN ŞER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBE KIRIN

5’ê Îlonê di navbera 22.40-23.00’an de balafirên şer, girê Koordîne yê Qilebanê, saet 22.00-23.00’an Girên Şehîd Dîren ê li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 22.30’an heta saet 01.00’ê mintiqeyên Lelîkan û Kanî Qirêj ê Xakurkê bombe kirine.

2’ê Îlonê artêşa TC’ê operasyona li çiyayê Cûdî da destpêkirin. Yekîneyeke me ya gerîla ya ku ji 3 kesan pêk hatî, di dema operasyonê de bi êrîşên çekên giran şehîd bûne.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Avareş Zagros

Nav û Paşnav: Ferhat Kirmizigul

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Husnu - Abdulmutalîp

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex

***

Nasnav: Sorxwîn Kiçî

Nav û Paşnav: Zahîde Malgoz

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Fatma - Şemsettîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex

***

Nasnav: Baran Serhed Mîrza

Nav û Paşnav: Bunyamîn Kiliç

Cihê Jidayikbûnê: Çewlik

Navê Dayik û Bav: Fatma - Kasim

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex”

 

...