Di dema veşartina cenazeyên qurbaniyên komkujiya Dîlokê Kûmrû Îlter û Ahmet Toraman de, provokasyonek derketibû holê. Li gorî gotinên karkerekî şaredariyê bajarê mezin a Dîlokê û şaredariyên Şahînbey û Şehîtkamîl ên AKP'yî, ev provokasyon amade kirine.
'ARMANC PROVOKASYON Û ÊRÎŞ BÛ'
Karkerekî li fîrma taşeron a Şaredariya Şahînbeyê ya AKP'yî dixebite, ji ber ewlekariya jiyana xwe û ji bo karê xwe winda neke navê xwe eşkere nekir û li ser mijarê agahî da ANF'ê. Vî karkerî da xuyakirin, ku şaredariyê ew bi zanebûn roja 22'ê Tebaxê şandiye goristanê û ji wan xwestine provokasyonê derxîne û êrîşî mirovên ji bo veşartina cenaze hatine.
Karker got, "Weke karkerên şaredariyên bajarê mezin, Şehîtkamîl û Şahînbeyê, di roja duyemîn a komkujiyê de em çûn goristanê. Her kes bi fermana ji amîrên xwe wergirtî, hatin wê derê. Dema em weke xebatkarên şaredariyan li goristanê li hev civiyan, me ala Tirk vekirin. Li ser hin ji me, kincê şaredariyê hebû. Min li wir fêhm kir ku em xistine xefikê û min ji yên li kêleka xwe re got. Min xwe ji wir vekişand. Ji ber ku min zanîbû wê çi bê serê min."
'KÎJAN KARKER NEÇÛBÛYA WÊ DER HEQÊ WÎ DE RAPOR BIHATA AMADEKIRIN'
Karker anî ziman, ku ew bi xwe jî Kurd e û dema bi lîstikê hesiya yekser ji goristanê derket û wiha dewam kir: "Ez jî Kurd im. Min dît ku wê me bi kar bînin. Ez û çend hevalên din, em ji goristanê derketin û hatin şaredariyê. Êvarê me di nûçeyan de dît, ku bi hev ketine.
Ji me re gotin, 'biçin goristanê'. Lê çima ala Tirkan dan destê me? Çi karê me bi ala Tirkan li wir heye? Amîrên me di fermana ji personelên şaredariyê re şandî de gotin, 'Kîjan xebatkar neçe goristanê wê der heqê wî de rapor were amadekirin'.