Balafirên şer ên Tirk bombe li Başûrê Kurdistanê barandin
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê barandin.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê barandin.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev saet di 22:00 de bombe li derdora nehiya Sîdekan a li navçeya Soran a Hewlêrê barandin.
Rêveberê nehiya Sidekayê Karwan Kerîmxan li ser êrîşa dewleta Tirk agahî da RojNewsê û got, "Piştî demek bêdengî, duh derengiya şevê careke din balafirên artêşa Tirk bi behaneya ku li baregehên PKK’ê didin, herêma Xakûrkê, Lolan û Kareş bombebaran kirin. Cihê ku hatine bombebarankirin ser bi nehiyeya Sîdekan e."
Kerîmxan da xuyakirin, ku ji ber bomberdûmanê bi hezaran donim zeviyê li herêmê şewitî ne.