Belavkirina rojnameya Azadiya Welat mîna sûc hat dîtin

Ji xebatkarên rojnameya Azadiya Welat ên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin. Xebatkarek jî piştî ku hat berdan, careke din hat binçavkirin. Di biryara girtinê de, belavkirina rojnameyê weke 'gumaneke xurt a endametiya rêxistinê' hat dîtin.

Ji 24 belavkarên rojnameya Azadiya Welat ên hatin binçavkirin, 13 kes piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan. 11 xebatkarên rojnameyê yên li Midûriyeta Emniyetê tên ragirtin, piştre anîn Edliyeya Amedê. Li dû wergirtina îfadeyê li Dozgeriya Komarê, ji bo 11 xebatkarên rojnameyê werin girtin, ew radestî dadgehê hatin kirin.

9 kes bi şertê 'kontrola edlî' hatin berdan, lê Arap Tûran û Ferît Toprak bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hat girtin. Mecrûm Tekol ê bi tedbîra kontrola edlî hat berdan, bi hinceta lêpirsîna li Sêrtê careke din hat binçavkirin. Mecrûm di çarçoveya dosya lêpirsînê de birin Sêrtê.

Sedema girtina her du xebatkarên rojnameyê jî "belavkirina rojnameyê" hat nîşandan. Dadgeha Tirk di biryara xwe ya girtina rojnamevanan de bal kişand ser gotinên Tûran û Toprak ên ji bo dewamkirina karê belavkirina rojnameyê û îdîa kir, ku ev yek ji endametiya rêxistinê, gumaneke xurt e.