PÇKS: Divê rewşa Ocalan derhal zelal bibe
Rayedarê PÇKS'ê Hisên El Elî bal kişand ser xeteriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, gelê Kurd li bendê ye rewş derhal zelal bibe.
Rayedarê PÇKS'ê Hisên El Elî bal kişand ser xeteriya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, gelê Kurd li bendê ye rewş derhal zelal bibe.
Nerazîbûna li tecrîda giran û astengkirina hevdîtina bi Ocalan re, zêde dibe. Berpirsyarê PÇKS'ê yê Dirbesiyê Hisên El Elî nediyariya rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand.
'DIVÊ REWŞA SEROK ZELAL BIBE'
Berpirsyarê Dirbesiyê yê Partiya Çep a Kurdên li Sûriyeyê (PÇKS) Hisên El Elî bibîr xist, ku dewleta Tirk demeke dirêj e nahêle malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wî bibînin û got, "Xuya ye rewşa Serok Abdullah Ocalan ne diyar e. Em Kurd vê rewşa nediyar a mercên ragirtinê qebûl nakin û dixwazin heyeteke serbixwe derhal biçe Îmraliyê." El Elî da xuyakirin, ku ew nizanin bê gefeke çawa li Ocalan tê xwarin û got, "Kes nizane bê Serok birine ku derê, rewşa wî çi ye. Weke gelê Kurd em ji cîhanê dixwazin vê rewşê zelal bike. Vê sîstema Îmraliyê ya ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo xistiye meriyetê, ne ji aliyê mafên mirovan ne jî ji aliyê wijdanî ve qebûl nakin. Em bi dengekî bilind dibêjin; divê rewşa Serok zelal bibe."
DEWLETA TIRK BI DIJMINANE NÊZÎ ROJAVA DIBE
Berpirsyarê PÇKS'ê yê Dirbesiyê Elî diyar kir, ku demeke dirêj e dewleta Tirk êrîşî xaka Rojava dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Bi kîjan sedemê ketibe nava Cerablûsê jî, ev tê wateya dagirkirina axa Sûriyeyê." Elî got, "Dewleta Tirk ev demeke dirêj e ji gundê Endîwerê heta Kobanê, êrîşan li ser sînor dike. Ji ber van êrîşan ji YPG û gel şehîd û birîndar çêbûn. Gelê me yê ku duh bi munasebetekê çû Amûdê careke din bû hedefa leşkerên tirk û ciwanekî me hat qetilkirin. Me cenazeyê wî rakirin şehîdgeha Berkevirê. Beriya niha bi demekê, di bin navê 'şerê DAIŞ'ê dike', ket nava herêma Şehbayê, êrîşî gelê me kir û herêma Cerablûsê dagir kir. Sedema ketina nava axa Cerablûsê çi dibe bila bibe, dewleta Tirk axa Sûriyeyê dagir kiriye. Yên ku DAIŞ afirandine Erdogan û Tirk in. Ya ku di bin navê 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê' de afirandine, DAIŞ bi xwe ye. Dixwaze çeteyên wan sînor biparêzin û li vê derê herêmeke tampon ava bikin. Tirkmen, ji dema Sowyetan û vir ve bi gelên li wê derê re dijîn.
Li pişt planên dewleta Tirk ên dagirkirina Cerablûs û axa Sûriyeyê, nêzîkatiyên wê yên dijminane yên li gelên Rojava hene. Bi vê dagirkeriyê re êrîşî azadiya Rojava dike û hewl dide pêşî li gihîştina hev a kantonên Kobanê û Efrînê bigire. Ji ber ku destketiyên demokratîk ên gelê Rojava û hevgirtina gelan, dewleta Tirk ditirsîne.
Pêwîste welatên rojavayî jî vê dagirkeriya dewleta Tirk ji nedîtî ve neyên. Ji ber ku planên qirêj ên dewleta Tirk têkildarî herêmê hene. Hem haya Rûsyayê hem jî ya DYA ji vê dagirkeriyê hebû. DYA ji bo dewleta Tirk aciz neke, dagirkirina Cerablûsê ji nedîtî ve hat. Lê şaşîtiyeke gelekî mezin kir û ev yek gefeke giran e li ser herêmê."
'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ÇI DIVÊ, EM Ê WÊ BIKIN'
Berpirsyarê PÇKS'ê yê Dirbesiyê Elî destnîşan kir, ku li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk çi pêwîst be weke gelê Kurd ew ê bikin û got, "Em ê yekîtiya Kurdan zexm bikin û hîn bi xurtî li ber êrîşên dewleta Tirk rabin."
El Elî da zanîn, ku dewletên Tirk, Îran û Sûriyeyê, tevî nakokiyên navbera xwe jî li ser mijara gelê Kurd li Tehranê li hev kirin, tifaq kirin û got, "Ji êrîşên dema dawî tê fêhmkirin, ev hêz bi peymana Edeneyê ya sala 1999'an ku li dijî Kurdan çêkirin, girêdayî ne. Hem li dijî êrîşên dewleta Tirk, hem jî li dijî tifaq û êrîşên hêzên serdest ên li dijî Kurdan, em ê yekîtiya xwe xurtir bikin, li dora nixên neteweyî bicivin û têbikoşin. Em bi biryar in hemû êrîşên serdestan pûç bikin û bi ser bikevin.
Hêzên ku mîna hêzên cuda tên dîtin, lê xizmetê ji heman armancê re dikin, ne tesadufî ye ku di heman demê de êrîşî Hesekê, Şedadê û Cerablûsê kirin. Van êrîşan nîşanî me dan, ku di navbera wan de şer jî hebe, li dijî Kurdan li hev kirine. Bi van tifaq û têkiliyan re hewl didin biratî û demokratîkbûna navbera Kurdan û gelên din asteng bikin û pêşî li sîstema federal bigirin. Di demekê de ku li ser gelê Kurd êrîş giran e, xizmetê ji gelê Kurd re nake ku hin rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê têkiliyê bi Tirkiyeyê re deynin. Êrîş li ser temamiya gelê Kurd e. Girîng e Kurd hemû li dijî van êrîşan bibin yek û berjewendiyên neteweyî esas bigirin.
Di pêvajoyekê de ku li Sûriyeyê krîz kûrtir bûye, Sîstema Federal a Demokratîk a ji aliyê rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatiye ragihandin, tevî ku nû ye, derfetê dide jiyana bi hev re ya gelan û yekane sîstem e ku dikare pirsgirêka şer çareser bike. Sîstema me ya federaliya demokratîk xwedî wê hêzê ye ku dikare yekîtiya gelên Sûriyeyê pêk bîne û çareseriyeke demokratîk bafirîne. Li gelek cihên cîhanê mînakên sîstema federal hene. Ev sîstem derfetê dide hemû gel, çand û baweriyan ku bi rengekî azad û demokratîk bijîn. Ez ne bawerim ji vê sîstemê bedewtir sîstemek dikare gelan bi hev re bide jiyîn. Me sîstemên federal ên li gelek welatên cîhanê lêkolîn kir û me dît ku ji bo hevgirtina gelan, bawerî û çandan ji sîstema me ya demokratîk pêşketîtir sîstemek nîne. Me jiyana azad û bi hev re, bi sîstema xwe ya rêveberiya xweseriya demokratîk bi dest xist. Tevî ku hê demeke kurt e şoreş pêk hatiye, me dît ku Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Çeçen, Ermenî dikarin bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ev yek mirovan bi hêvî dike. Tecrûbeyên me ji bo gelên Sûriyeyê sîstemeke dikarin bibe sîstemek ji bo siberoja hevpar û azad. Ji ber ku sîstema me xwe dispêre gelan."