Çalakgerên ku li Amedê ji bo ku hevdîtin bi Ocalan re bibe dest bi greva birçîbûnê kirin ji hêla hevserokan ve hatin ziyaretkirin. Di ziyaretê de Yuksekdag axivî û got, "Ên ku tecrîdê li ser Ocalan datînin dixwazin Tirkiyê ber bi taritiyê ve bikişînin lê em ê destûrê nedin vî tiştî." Kurkçu jî got, "Divê ji Birêz Ocalan agahî were standin û di demeke nêzîk de bi malbat û parêzên xwe re bikaribe hevdîtinê bike." Ji çalakgeran derhêner Zeynel Dogan jî got heta ku ew encamekê bigirin ew ê li ber xwe bidin.
Çalakgerên greva birçîbûnê ku bi daxwaza bi Ocalan re hevdîtin pêk were dest bi greva birçîbûnê kirine, ji hêla Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Ertûgrûl Kurkçu û Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve hatin ziyaretkirin.
KURKÇU: DIVÊ DI DEMEKE NÊZÎK DE HEVDÎTIN PÊK WERE
Piştî ziyaretê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Hevberdevkê HDK’ê Kurkçu diyar kir greva birçîbûnê tevgereke protestoyî ye û wiha berdewam kir, "Kesên ku ev biryar dane, hay jê hene ku wê çi bibe. Divê ji Birêz Ocalan agahî were standin û di nêzîktirîn demê de bi malbat û parêzeran re bikaribe hevdîtinê bike. Wezîrê Edelatê dibêje, li Îmraliyê 'problem nîn e' lê ji tiştê ku bi çavê xwe neditiye çawa ewqas bawer dike û ewqasî bi zelalî dibêje." Kurkçu gotina Bozdag bibîr xist ku digot, wan piştî 15’ê Tîrmehê tevdîrên nû girtine û got, "Çi ne ev tevdîr? Heqê me jî heye ku em pê zanibin. Ev grev bi armanca ku ji Ocalan agahî were standin û pê re hevdîtin çêbibe hatiye destpêkirin. Heta ku encam neyê standin jî ew biryardarî heye ku çalakî bi dawî nebe. Di vê pêvajoyê de em ê jî bi hevalên xwe re bin û piştgiriyê bidine wan."
YUKSEKDAG: HÛN NIKARIN OCALAN JÎ Û GEL JÎ RADEST BIGIRIN
Hevseroka HDP’ê Yuksekdag diyar kir greva birçîbûnê wêneyê krîza Tirkiyê ye û got, "berpirsê vê krîzê ne hevalên me ne lê hikûmet bi xwe ye" û wiha berdewam kir, "siyaseta heyî bila nebêje ku ew ê bikaribe Ocalan û gel radest bigire. Li dijî şer gel li ber xwe dide. Kes nizane bê ka sibe wê çi bibe. Dema ku hûn dibêjin me darbe beralî kir dibe ku darbeyeke din li we bê kirin. Sedema sereke ya ku Tirkiye anî vê rewşê qedandina pêvajoya çareseriyê û mezinbûna şer e. Hûn bi kuştina Kurdan, bi zextê nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Sê salan xwîn tunebû, girî nebû û Tirkiye ji vê ne rehet bû. Ji ber ku Tirkiye ji xwînê dixwe."
BANG LI HIKÛMETÊ KIR: BIKEVE NAVA TEVGERÊ
Yuksekdag nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîrê Edaletê da, ku gotibû rewşa li Îmraliyê ewle ye û got, "Em naxwazin ji we bibihîzin. Gotina we ya 'rewş baş e' dilê me rehet nake. Em dixwazin bi çavên xwe bibînin. Ji bo karibe parêzer û malbata xwe bibîne, divê hûn bikevin nava tevgerê. Ev berxwedana greva birçîbûnê ya ji aliyê 50 hevalên me ve hatiye destpêkirin, di heman demê de berxwedaneke ji bo mirovahiyê ye. Yên îro tecrîdê li ser Birêz Ocalan ferz dikin, Tirkiyeyê ber bi rewşeke tarî ve dibin. Lê em ê rê nedin vê yekê."
DOGAN: EM JI BIRÊZ OCALAN Û GEL HÎNÊ BERXWEDANÊ BÛN
Yek ji beşdarên greva birçîbûnê Derhêner Zeynel Dogan jî da xuyakirin, ku ew gelekî li ser fikiriye bê ji bo aştiyê çi bike û got, "Nedibû ez li derveyî vê berxwedanê bûma." Dogan diyar kir, di demeke bi vî rengî de name karê sînemayê were kirin û got, "Di vê demê de, ku hevalên me li jêrzemînan hatin qetilkirin, bombe li bajarên me hatin barandin, min karê sînemayê nekir. Lê belê diviyabû tevlî berxwedanê bûma. Dema min bihîst wê greva birçîbûnê destpê bike, min xwe pêşniyar kir û gelekî kêfxweş im ku hevalan qebûl kirine tevlî çalakiyê bibim. Em ji Birêz Ocalan û gelê xwe hînî berxwedan û têkoşînê bûn. Birêz Ocalan ji bo azadiya me şer dike û li ber xwe dide. Em jî li vê derê ji bo wî li ber xwe didin û heta dawiyê wê ev berxwedana me bidome."