Li Mûşê dema treneke bar derbas dibû teqînekê rû da

Li Mûşê, dema trena bar derbas dibû teqînekê rû da. Di encamê de 7 vagon ji rê derketin. Artêşa Tirk piştî teqînê li herêmê dest bi operasyonê kir.

Li nêzî gundê Yorecîk ê bi 36 kîlometreyan dûrî navenda Mûşê ye, dema trena bar a sefera 53015 navbera Tetwan-Elezîzê dikir, teqînekê rû da.

Teqîn ewçend dijwar bû, ku li gundên derdorê jî hat bihîstin. Di encama teqînê de 7 vagon ji rê derketin. Li dû teqînê gelek maşînên zirxî û ambûlansan berê xwe dan herêmê. Der barê mirî û birîndaran de agahiyek zelal bi dest neket.

Nayê zanîn bê di vagonên qelibî de çi hebûn. Piştî teqînê li herêmê operasyona leşkerî destpê kir.