Tûncel: Divê kilîda li Îmraliyê were vekirin

Tûncel: Eger gelên Tirkiyeyê niha nebêjin 'êdî bes e' wê kengî bêje! Bûyerên diqewimin, ji ber astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rû didin.

Civîna Meclîsa Partiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê li salona DBP'ê ya Amedê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên li hemberî rêveberên partiyê û destnîşan kir, ku êrîşa esasî li dijî daxwaza gel a xwerêveberiyê tê kirin. 

'ÊRÎŞA LI DIJÎ KAMÛRAN YUKSEK, BI ZANEBÛN HATIYE KIRIN'

Tûncel da xuyakirin, ku li Girtîgeha Kurkçulerê li dijî Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek êrîşek hatiye kirin û got, "Ev êrîş bi zanebûn hatiye kirin. Em vê şîdeta li Kamûran Yuksek hatiye kirin qebûl nakin û şermerzar dikin."

Tûncel da zanîn, êrîşên li dijî DBP'ê parçeyek ji projeya kûrkirina şer e û diyar kir, piştî qutkirina diyaloga li Girava Îmraliyê, li Tirkiyeyê êşên gelekî mezin hatine kişandin. Tûncel anî ziman, Tirkiye ji siyaseta demokratîk derbasî rejîma 'yek şexsî' bûye û got, "Darbe hatiye têkbirin, lê darbeyeke din hatiye kirin. Bi hinceta darbeyê zordarî li civakê hatiye kirin. Bi taybetî, hewl tê dayîn 'polîtîkaya serîtewandinê' li dijî Kurdan bê bicihanîn. Ew çiqasî dibêjin 'çareserî nîne', ewqasî jî pirsgirêk kûr dibe."

Tûncel bal kişand ser girtina ji wezîfeyê ya endamên Egîtîm-Senê û destnîşan kir, ku ev dûrxistina ji kar, civakê parçe dike.

'BILA QEYÛM LI ŞAREDARIYÊN AKP'YÎ YÊN DESTEKÊ DIDIN ÇETEYAN BÊ WEZÎFEDARKIRIN'

Tûncel di dewama axaftina xwe de ragihand, ku li dijî Kurdan hêrseke gelekî mezin heye, lewma êrîş li Cerablûsê hatiye kirin û got, "Ji bo dilê Kurdan xweş nebe, bi hovane êrîş dikin. Hikûmeta Tirk êrîşeke etnîkî dibe ser gelê Kurd. Nabe ku em vê rewşê qebûl bikin. Çav berdane destketiyên Kurdan. Qeyûm li şaredariyên me wezîfedar kirin. Yekane tişta şaredariyên me kiriye, xizmeta ji bo gel e. Eger Qeyûm wê bê erkdarkirin, divê li şaredariyên Stenbol, Enqere û şaredariyên din ên AKP'ê werin wezîfedarkirin. Bi belgeyên ji aliyê Rûsyayê ve hatin kifşkirin re derket holê ku van şaredariyan alîkarî dane DAIŞ'ê û El Nûsra."

'EM Ê LI DESTESERKIRINA ŞAREDARIYAN TEMAŞE NEKIN'

Tûncel bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina statuya Kurdan û destnîşan kir, ku ev hewldan bêkêr in. Tûncel diyar kir, ew ê li desteserkirina şaredariyan temaşe nekin, li her qadê ew ê li ber xwe bidin û destnîşan kir, ku weke gel û siyasetmedarên Kurd ew ê li dijî darbeya sivîl li ber xwe bidin.

BANGA LI GELÊN TIRKIYEYÊ

Tûncel ev pirs kir; "Eger gelên Tirkiyeyê niha nabêje 'êdî bes e' wê kengî bêje?' û anîz iman, her kesên piştgiriyê didin gelê Kurd hedef tên girtin. Tûncel ji gelên Tirkiyeyê xwest vê bêhiqûqiyê bibîne.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel di dawiya axaftina xwe de got, "Navê vê ne demokrasî ye, navê vê faşîzm e. Eger gelên Tirkiyeyê wê li dij vê dernekevin, hingî mehkûmî vê qederê ne. Em weke gelê Kurd li dijî vê derdikevin. Bûyerên niha li Tirkiyeyê diqewimin, ji ber astengkirina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo derxistina Tirkiyeyê ji nava kaos û tarîtiyê, girîng e kilîda li Îmraliyê were vekirin. Ji bo Tirkiye ji nava tarîtiyê derkeve, pêwîste hevdîtin bi Ocalan re were kirin. Wezîrê Edaletê û CPT hevparê îşkenceyê ne. Eger li holê edalet nebed nebe, aştî jî, azadî jî nîne. Yên îro bêdeng man e, nabe ku sibe qala hiqûq û edaletê bikin."