Gerîlayên HPG'ê li Bazîdê li lojmanên polîsan û MÎT'ê xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, gerîlayên HPG'ê roja 6'ê Îlonê ji 2 baskan ve li lojmanên polîsan û MÎT'ê yên li Bazîdê xistine û di encamê de 3 polîs hatine kuştin, polîsek jî birîndar bûye.

Navendê ragihand, roja 6'ê Îlonê gerîlayên HPG'ê li dijî qereqola Guze Kurkê ya li Şirnexê çalakiyeke berfireh pêk anîn û gerîla li vir çûne ser 11 cenazeyên leşkeran.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de, li ser çalakiyên gerîla ev agahî hatin dayîn:

"Roja 6'ê Îlonê saet di 19:40 de, hêzên me ji 2 baskan ve li lojmanên polîs û MÎT'ê yên li navenda navçeya Bazîd a Agiriyê xistin. Baskê yekemîn derbên xurt li nîzamiyeya polîsan xist û li vê derê 3 polîs hatin kuştin, 1 jî bi giranî birîndar bû. Baskê duyemîn jî lojman hedef girt. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Yekîneyên YPS'ê jî bi rengekî çalak cihê xwe di nava vê çalakiyê de girtin.

ARTÊŞA TIRK BOMBE LI DERDORA GUNDÊN LICÊ BARAND

8'ê Îlonê saet di navbera 12:30-17:00 de qereqolên li navenda navçeya Licê ya Amedê obus û hawan avêtin erdê gundên Serdenê, Kort û Şaxurê. Ji ber vê bomberdûmanê şewat li herêmê derket.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKIYA BERFIREH

6'ê Îlonê, hêzên me li dijî qereqola Guze Kurkê ya li Şirnexê çalakiyeke berfireh lidar xistin. Di vê çalakiyê de hêzên me çûne ser 11 cenazeyên leşkeran, 8 çek ji ser wan rakirin û piştre îmha kirin. Di vê çalakiyê de pênc gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, gihîştin şehadetê.

Hevalên Soro Rewanser (Keyumers Melekî), Rustem Cûdî (Ebûbekîr Îbrahîmpana), Dewran Koçer (Cemîl Şîmşek), Hebûn Rizgar (Cîhat Çetînkaya) û Jiyan Mordem (Jiyan Fevziye Ertûnç) ên di demên cuda de tevlî nava refên têkoşîna me bûn, bi têgihiştina xurt a welatparêziyê cihê xwe di nava vê pêngava dîrokî ya meşa vejîn û serketinê de girtin. Wan, sekna bi biryar a fedayî, rêbaza zelal a şer û meşa serketinê ya bi hezaran şehîdên me ji xwe re esas girtin û di şerê mezin ê 6'ê Îlonê de, şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûn:

Nasnav: Dewran Koçer
Nav paşnav: Cemîl Şîmşek
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatim-Abdîl
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2016 / Şirnex

Nasnav: Hebûn Rizgar
Nav paşnav: Cîhan Çetînkaya
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Menîce-Fehmî
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2016 / Şirnex

Nasnav: Jiyan Mordem
Nav paşnav: Jiyan Fevziye Ertûnç
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zeynep-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2016 / Şirnex

Nasnav: Rustem Cûdî
Nav paşnav: Ebûbekîr Îbrahîmpena
Cihê ji dayikbûnê: Pîranşar
Dayik-Bav: Fatma-Elî
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2016 / Şirnex

Nasnav: Soro Rewanser
Nav paşnav: Keyumers Melekî
Cihê ji dayikbûnê: Ciwanro
Dayik-Bav: Amîne-Fetûllah
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Îlona 2016 / Şirnex"