Fermandarê HPG'ê Felat Çelê: Rojên giran li pêşiya dewleta Tirk in
Nûçegihanên ANF'ê ji bo şopandin û ragihandina rewşa şer çûn herêma Zagrosê û li ser çalakiyên gerîla û şerê heyî bi fermandarekî HPG'ê Felat Çelê re axivîn.
Nûçegihanên ANF'ê ji bo şopandin û ragihandina rewşa şer çûn herêma Zagrosê û li ser çalakiyên gerîla û şerê heyî bi fermandarekî HPG'ê Felat Çelê re axivîn.
Nûçegihanên ANF'ê ji bo şopandin û ragihandina rewşa şer çûn herêma Zagrosê û li ser çalakiyên gerîla û şerê heyî bi fermandarekî HPG'ê Felat Çelê re axivîn.
Çelê da xuyakirin, ku artêşa Tirk bi hemû derfetên xwe li dijî gerîla şer dike, lê bi rengekî giran têk diçe û bi taybetî di dema dawî e gelekî tengav bûye.
Çelê diyar kir, welê li artêşa Tirk bûye ku ji bejahî ve nikare şer bike û got, "Weke ku tê zanîn, dewlet bi salan e qaşo ji bo pêşî li çûn û hatina gerîla bigire û xwe ji derbên giran biparêze, yek ji sê parên artêşa xwe tevî hemû derfetan li ser sînor bi cih dike. Lê tevî vê yekê jî her roj derban dixwe. Teknîk û tedbîrên artêşê nikarin pêşî li gerîla bigirin. Ji xwe pêşîgirtina li çûn û hatinê, sefsete ye. Ji ber ku gerîla li her derê ye. Li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, li her devera Kurdistanê ye. Bi propagandaya derewan hewl didin vê rastiyê veşêrin, lê bi kêr nayê. Ji ber ku gerîla rojane li her cihî çalakiyan lidar dixe. Artêşa Tirk û çeteyên AKP'ê ne tenê li ser sînor, li her cihî derban dixwin. Herî zêde jî li ser sînor kuştiyan didin."
'AKP TÊKÇÛNA XWE JI CIVAKÊ VEDIŞÊRE'
Çelê da xuyakirin, ku ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA Starê, AKP gelek kuştiyan dide û vê yekê ji raya giştî vedişêre.
Çelî got, "Li dijî artêşa dewleta Tirk gelek çalakiyên bi bandor hatin kirin. Gelek kuştiyan didin. Lê belê van kuştiyên xwe ji raya giştî vedişêrin. Eger çapemeniyê bi têrkerî cih bida rastiyan, wê AKP nikarîbû ev yek veşarta. Lê belê temamiya çapemeniya Tirk bi nûçeyên derewîn hewl dide civakê bixapîne. Girîng e çapemeniya azad a di çarçoveya azadîparêzî û demokrasiyê de tevdigere, rastiyan hîn xurtir ragihîne. Mînak; di çalakiyeke sabotajê de deh lekşer dimirin. Lê qenalên televîzyonê herî zêde 2 kuştiyan didin. Wesayît parçe parçe dibe, kes bi saxî jê nafilite. Çawa çêdibe di wesayîteke 10-15 tê de ye û wesayît parçe parçe dibe de, bi tenê 2 kes dimirin? Li hemberî vê yekê jî bi hejmareke nepixandî îdîa dikin ku gerîla windahiyan didn. Ev bi temamî derew in. Nûçeyên ji bo xapandina civakê ye."
Çelê da zanîn, gerîla roj bi roj xurtir dibe û got, "Rewşa artêşa Tirk jî li holê ye. Hêz pê re nema ye ku li bejahiyê şer bike. Tişta bi tenê di dest de ma ye, teknîk e."
'HEWLDANA DARBEYÊ ENCAMA ŞER E'
Fermandar Çelê destnîşan kir, ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê û krîza heyî ya li Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi giraniya şerê li Kurdistanê heye û got, "Eger ev neyê dîtin û nêzîkatiya heyî bi israr were dewamkirin, wê di dema pêş de pirsgirêkên gelekî girantir derkevin pêşiya Tirkiyeyê. bi gotineke vekirî; wê mîna Sûriyeyê li Tirkiyeyê bê. Pêwîste her kes vê bibîne. Propagandaya 'me gerîla qedand, diqedînin' 30 sal in tê kirin. Qedandina gerîla nepêkan e. Lê belê dewlet nema dikare hîn bêhtir li ber xwe bide û şer bike. Zû yan jî dereng, wê gerîla bi ser bikeve, dewlet wê winda bike."
'BÎLANÇOYA KU ERDOGAN DIDE, DIVÊ BEREVAJÎ BÊ FÊHMKIRIN'
Çelê komkujiyên çeteyên AKP'ê di zivistanê de li Bakurê Kurdistanê li hemberî berxwedana xwerêveberiyê kir, bibîr xist û wiha dewam kir: "Qaşo wan PKK qedandin. bi propagandayeke bi vî rengî serketina xwe îlan kirin. Baş e, çi bû? Li Kurdistanê bi hatina biharê re çalakiyên gerîla destpê kir. Artêşa Tirk û çeteyên AKP'ê gelek kuştî dan. Bi navê 'serfermandar' Recep Tayyîp Erdogan ê ku şer kordîne dike, bîlançoyê dide. Eger mirov vê bîlançoya wî bi rengekî berevajî fêhm bikin, hingî mirovê agahiyên rast bi dest bixin."
'PIRSGIRÊKÊN GIRANTIR LI BENDA AKP'Ê NE'
Çelê bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê darbeyê de AKP hişyar kir û got, "Pirsgirêkên niha AKP dijî, pirsgirêkên sivik in. Pirsgirêkên girantir li pêşiya Tirkiyeyê hene. Rêbertî dema digot, 'eger di neçareseriyê de israr bikin wê mekanîzmaya darbeyê bikeve dewrê', Recep Tayyîp û hikûmeta AKP hişyar dikir. Kaosa heyî ya li Tirkiyeyê vê pêşdîtin û hişyariyên Rêbertî piştrast dike. Xuya ye serê wan tevlîhev bûye. 'Artêşa bi heybet a Tirk' rezîl bûye. Şeref û rûmeta leşkeran binpê bû. Li şûna ku Serokê Fermandariya Giştî îstifa bike, bêyî li ber xwe bikeve û ji xwe fedî bike, derket pêşiya kamerayan. Artêşek ku şeref û rûmeta xwe ji dest da be, zehmet şer bike. Bi tenê çeteyên çekdar ên Recep Tayyîp Erdogan man e. Ji xwe mirov nikarin bêjin ev çete bi rastî dikarin şer bikin. Dibe ku ji aliyê kuştina mirovên bêçek ên sivîl ve kujer bin. Lê belê li pêşberî gerîla nikarin tiştekî bikin. Lewma ji teknîka xwe bawer in. Lê teknîk bi mejiyê mirovan ve hatiye afirandin. Lewma yê ku vê teknîkê pûç bike jî mejiyê mirovan bi xwe ye."
CERDEVAN HAT HIŞYARKIRIN
Çelê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên têkildarî cerdevanan û ji wan xwest, ku neyên lîstika dewleta Tirk. Çelê got, "Bila xwe ji komkujiya birayên xwe vegirin. Di vê xusûsê de wê bi ti awayî zerara me li wan nebe. Gerîla di vê mijarê gelekî bi hesasî tevdigere. Pêwîste ev yek baş were zanîn."
Ji fermandarên HPG'ê Felat Çelê herî dawî bang li ciwanan kir ku biherikin nava refên gerîla û ji gel jî xwest ku ji her demê bêhtir xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve.