BI DÎMEN

Gelê Mêrdînê: Em ê li ber darbeya qeyûm rabin

Gelê Mêrdînê, desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman weke darbeya li vîna xwe dibîne û dibêje, ew ê serî li ber vê darbeyê netewînin û qeyûman nas nekin.

Hikûmeta AKP'ê, guhertina li ser bicihkirina qeyûman li şaredariyan, ku beriya niha ji rojeva meclîsê derxistibû, vê carê bi Biryarnameya xwedî Hukmê Qanûnî ya bi hejmara 674'an xist meriyetê. Ev biryarname li rojnameya fermî hat weşandin. Yek ji bajarên ku gefa qeyûm lê tê xwarin, Mêrdîn e. Gelê Mêrdînê dibêje, ew ê bicihkirina qeyûm li şûna hevşaredaran qebûl neke û li ber vê yekê rabe. Ji şêniyên Mêrdînê Abdulkadîr Omerî, Ramazan Ozmen, Halîl Balamûr û Abdulazîz Altûn dan xuyakirin, ku qeyûm êrîşa li dijî vîna wan e û destnîşan kirin, ku li Kurdistanê cih ji qeyûman re nîne.

'QEYÛM DARBE YE EM Ê NAS NEKIN'

Abdulkadîr Omerî: AKP qeyûman li her derê bi cih dike. Di nava AKP'ê de ji xwe hilbijartin nîne; parlamenter, wezîr, rêveber hemû qeyûm in. Vê têrê nekir, niha jî qeyûman li her devera welêt bi cih dike. Bi sîstema qeyûm dest bi rêvebirina welêt kir. Qeyûm çi ye? Qeyûm darbe ye, nenaskirina vîna gel e. Bicihkirina kesekî nediyar li cihê şaredareke/î hatiye hilbijartin, gelo tê çi wateyê? Eger qeyûm were wê her tişt gelekî nebaş bibe, bila her kes bi vê zanibe. Ji AKP'ê paşayek kêm bû, niha paşayekî li herêmê bi cih dike. Her tiştê AKP'ê qeyûm e; serokwezîr qeyûm e, serokê fermandariya giştî qeyûm e. Gelo Serokwezîrek li vî welatî heye? Tine ye. Ahmet Turk li Mêrdînê çar sed hezar deng standiye. Wê rabin vî şexsî ji wezîfeyê bigirin û li şûna wî jî kesekî ku dengekî bi tenê jî negirtiye, bi cih bike. Kî dikare vê qebûl bike? Temamiya gelê Mêrdînê ji qeyûm aciz e. Zilmeke bi vî rengî ne ya qebûlkirinê ye. Ti kes wê qeyûmên AKP'ê nas neke.

'EM Ê VÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA XWE QEBÛL NEKIN'

Ramazan Ozmen: Bicihkirina qeyûman êrîşa li dijî vîna gelê Kurdistanê ye. Lîstikeke nû ya dewletê ye ku li dijî gelê Kurd dilîze. Bicihkirina qeyûman pêşîgirtina li xizmetên ji bo gel e. Gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Em ê xwedî li vîna xwe derkevin, em ê nehêlin şaredariyên me bên talankirin. Ev desthilatdarî û pêkanîn vîna gelê me nas nakin. Em ê jî wan nas nekin. Divê dewleta Tirk, desthilatdariya AKP'ê derhal ji vê polîtîkaya şaş vegere û hurmetê nîşanî vîna gelê me bide.

'LI KURDISTANÊ WÊ TI KES QEYÛMAN NAS NEKE'

Halîl Balamûr: Bêguman em ê vê zilma ku li pêş çavên tevahiya cîhanê li gelê Kurd tê kirin qebûl nekin. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê vê zilmê li me rewa dibînin. Eger ew vîna me nas nake, hingî ya dikeve ser milê me jî berxwedana li dijî vê zilmê û xwedîderketina li vîna xwe ye. Li Kurdistanê wê ti kes vê êrîş û zilma li dijî vîn, nasname û azadiya xwe qebûl neke. Qeyûm wê nikaribin li Kurdistanê bixebitin û bi ti awayî neyên naskirin. Li dijî qeyûman divê gelê me li her cihî çalakiyan lidar bixe, li dijî zilma qeyûm li ber xwe bide. Em ê li ber xwe bidin. Eger ji AKP'ê heye ku wê bi qeyûman encamekê bi dest bixe, hingî xwe dixapîne.

'WÊ TÊK BIÇIN'

Abdulazîz Altin: Mijara qeyûmê, bi piraniya dengan ji rojeva Meclîsê hat derxistin, lê belê piştre bi biryarnameyê ket meriyetê. Ev yek jî nîşan dide bê dewlet çiqasî dûrî demokrasiyê ye. Nîşan dide ku darbeyeke bi çi rengî li hemberî me heye. Lê divê bi vê zanibin; kê weke qeyûm wezîfedar dikin bila bikin, wê têk biçin. Em ê heta dawiyê xwedî li vîna xwe derkevin û qeyûmên wan nas nekin. Kes wê qeyûman nas nekin û nehêlin bixebitin. Bi bicihkirina qeyûman re hûn nikarin vîna gelê Kurd tine bihesibînin. Divê gelê ku di vê mijarê de bi erka xwe rabe û qeyûman nas neke.

...