Li Erzîromê operasyona qirkirina siyasî: 40 kes hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên meşandin, îro li Erzîromê dewam kirin. Herî kêm 40 kes hatin binçavkirin, ku di nav de siyasetmedarên Kurd jî hene.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li navenda Erzîromê, navçeya Qereçobanê û gundên wê, polîsên tîmên taybet ên Tirk avêtin ser gelek malan. Polîsan deriyên malan şikandin û eşyayên li nava malan ji hev xistin. Di serdegirtinan de herî kêm 40 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn. Tê gotin binçavkirî birine Salona Sporê ya Girtî ya Îtfaiye ya li navenda bajêr.

Ji binçavkiriyan navên 31 kesan bi vî renî ne: Rêveberê ÎHD'ê Yavûz Karabûdak, delegeyê KCD'ê yê bajêr Nevzat Çavûş, rêveberê HDP'ê yê navçeyê Mahmût Polat, Alî Riza Erçek, Cevat Erçek, Nadîr Kose, Şakîr Kose, Abdûllah Gunduz, Nesîm Gur, Veysel Karabûlak, Giyasetttîn Çaglar, Salîh Çaglar, Zubeyr Ûgûn, Halît Ugûn, Îhsan Kaçar, Alî Yîgît, Mehmet Reşat Karagoz, Mûstafa Ugûn, Şakîr Aydin, Engîn Kûş, Hîndîstan Beyazdûman, Sertîf Gunduz, Nasir Înce, Îhsan Ugûn, Fetûllah Guney, Fahrettîn Sonmez, Mahmût Akbacak, Abdûlkadîr Mizrak, Şemsettîn Çûbûk, Kerem Çalaş, Mîthat Kaçar.