Demîrtaş: Rêya aştiyê diyar e
Demîrtaş: Em aştiyek adil dixwazin. Em aştiyek tijî azadî dixwazin. Me li Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Eger ji Îmraliyê agahî neyên girtin wê xeterî hê mezintir bibe. Vê peyamê rast fêm bikin.
Demîrtaş: Em aştiyek adil dixwazin. Em aştiyek tijî azadî dixwazin. Me li Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Eger ji Îmraliyê agahî neyên girtin wê xeterî hê mezintir bibe. Vê peyamê rast fêm bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di hevdîtina gel de ji Melazgirê bang li Qesr û hikûmeta AKP’ê kir û got; “Werin em wek siyasetmedaran gavên ku dikarin pêşî li xwînê bigirin bavêjin. Em aştiyek adil dixwazin.”
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mûşê bi dirûşmeya “Li dijî Şer Aştî” li navçeyên Melazgir û Kopê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle hevdîtina gel li dar xist. Hevserokên HDP û KCD’ê ji hêla bi hezaran welatiyan ve di têketina navçeya Melazgirê hatin pêşwazîkirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di hevdîtina gel de ku tim bi tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin qêrîn, axivî û têkîldarî pêvajoyê nirxandin kirin.
ÎRADEYA GELAN WÊ QEDERA GELAN BIGUHERE
Demîrtaş anî ziman ku pêvajoyek dîrokî heye û HDP’e jî yekane partiye ku dikare çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên gelên Tirkiyeyê bibîne, wiha dewam kir; “Em 3’yemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ne. Em hewl didin bidin fêmkirin ku bê jiyanek tijî demokrasî, azadî, aştî, xwişktî, biratî, bi hizûr û adil çawa tê sazkirin.”
Demîrtaş destnîşan kir ku wê îradeya gelan qedera Tirkiyeyê biguhere, wiha dewam kir: “Di encam de gotin a gel e, biryar a gel e. Eger hûn biryara aştiyê bidin, wê aştî çêbibe. Yê qedera vî welatî biguhere hûn in. Hûn her tim li gel partiya xwe bûn. Eger li holê kêmasiyek hebe jî ew a me ye. Em li beramberî gel şermîn in. Sekna gel ji sedî sed e. Wêrektî ji sedî sed e.”
Demîrtaş bi bîr xist ku daxwaza lezgîn a gelan û HDP’ê aştî ye, di vê mijarê de jî ev gotin;
“Eger pêwîstiya lezgîn çi be, em ê wê baxivin. Ya me aştî ye. Bi salan me got aştî. Sala 1071’an gelê Kurd û Tirk tifaqek xurt çêkirin. Em ji cihê ku ev tifaq pêk hat bang dikin. Hezar sal di ser re çû. Alparslan ji bo karibe derbasî Anatolyayê bibe li tifaqan digeriya. Bi hezaran siwarên Merwaniyan li ser banga wan hat. Bi tifaqek xurt, deriyên Anatolyayê ji gelê Tirk re vekir. Ev ne tifaqek xirab e. Gel mil bi mil sekinîne, ev ne xirab e. Ya xirab dijminantiya gelan e. Dema Alparslan hat vir, ma ti kesî jê re got, hûn ne Kurd in, ev der axa Kurdistan e? Ev ax wê demê jî Kurdistan bû. 900 salî ev hiqûq hebû. Kurd xwedî begîtiyên xurt bûn û ti kesî înkar nedikir. 900 salî înkar nîn bû. Lê, tifaqa Alparslan a bi Kurdan hate jibîrkirin. Ji bo di zimanê zikmakî de perwerdeyê dixwaze, ji gelê Kurd re gotin terorîst. Li şûna dersan ji dîrokê bigirin, vê înkar dikin. Sal bûye 2016, lê hê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî tê nîqaşkirin. Ev şerm e, lê ne ya me ye. Ev şerm, ya ew kesan e ku vê nîqaşê dikin.”
‘LI VÎ WELATÎ HER CANÊ KU DIÇE ZAROKÊN VÎ GELÎ NE’
Demîrtaş anî ziman ku pirsgirêkên heyî encaq li maseyê bên çareserkirin û wiha got: “Tinehesibandina maseyê, bikaranîna tundî û şer bêçaretî ye. Dangên me yên aştiyê ji bo hikûmetê ji siyaseta me ya bi rûmet tê. Eger ku di nava mirovan de pirsgirêkek hebe, rûniştina li derdora maseyê û gotûbêja bi salan hê rastir e. Li vî welatî her canê ku diçe, zarokên vî welatî ne. Eger ku ev şer bê rawestandin, em weke HDP’ê ji her cure fedekariyê re amade ne. Ne ji bo destkeftiyên siyasî, ji bo aştiyê.”
Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ku li ser pirsgirêka Kurd gotinên mîna; “Çareserî mareserî nîne” bi kar anîbû, bi lêv kir ku gotinan mîna “Bê exlaqiyekî bi vî awayî heye? “ û wiha bersiv da Yildirim; “Her roj bi dehan cenazeyên ciwanan diçin her devera Tirkiyeyê. Li şûna dawîanîna vê xwînê, bi gotina ‘Çareserî nîne’ hemû berpirsiyariyên kuştinan li ser we ye. Hemû berpirsyarî li ser we ye.”
Demîrtaş bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li Amedê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin û wiha pê de çû:
‘EM AŞTIYEK TIJÎ AZADÎ DIXWAZIN’
“Li cihê ku tifaqa gelê Kurd û Tirk pêk hat bang dikim. Werin em siyasetmedar ji bo pêşî li mirinan bigirin gavekê bavêjin. Gel ji bo vê deng da me. Agirbest dibe, li Îmraliyê hevdîtin dibe, bi awayekî dibe. Formîl tên gotûbêjkirin, em neçar in çareseriyekê bibînin. Em ji derveyî Xwedê ji ti kesan natirsin. Heyfa zarokên vî welatî. Li deverekî ku aştî nebe tama jînê jî nîne. Di welatekî de aramî û aştî nebe ti wateya paketa bazirganiyê jî nîne. Ji beriya her tiştî aştî. Sekna gel wê aştiyê pêk bîne. Qet gavê şûn de navêjin. Em aştiyek adil dixwazin. Em aştiyek tijî azadî dixwazin. Me li Amedê dest bi greva birçîbûnê kir. Eger ji Îmraliyê agahî neyên girtin wê xeterî hê mezintir bibe. Em li Amedê ji bo vê yekê ketin greva birçîbûnê. Ji Îmraliyê negirtina agahiyan wê xeteriyê hê mezintir bike. Vê peyamê rast fêm bikin. Rêya aştiyê diyar e.”
Piştî axaftinan, Demîrtaş û Hatîp Dîcle ji bo hevdîtina bi gelre ber bi navçeya Kopê ketin rê.