‘Li Çelê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam e’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam dike û 5 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê gelek leşker hatin kuştin, şer berdewam dike û 5 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Dersîmê li dijî wesayîta zirxî çalakî hate lidarxistin, li Kerkûkê jî çeteyek hate kuştin.
LI ÇELÊ ŞER DIDOME
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de têkîldarî çalakî û şerê li Çelê ev agahî parve kirin:
Roja 3'ê Îlonê saet di 16:00 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li keleha Ertûşê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin. Piştî bomberdûmanê li keleha Ertûşê saet di 18:00 de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek leşker hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin. Li dû çalakiyê, helîkopterên Kobra li qada çalakiyê xistin. Piştî vê êrîşê, artêşa TC hewl da bikeve nava keleha Ertûşê û careke din şer derket. Di vî şerî de derbên xurt li yekîneyên leşkerî hatin xistin û 14 leşker hatin kuştin. Piştî vê derba giran, balafirên şer careke din bombe li keleha Ertûşê û derdora wê barandin.
5 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Di êrîş û şerê li vir de 5 gerîlayên me şehîd bûn. Bomberdûmana ji aliyê balafirên şer ve hat kirin, heta saet 00:00 dewam kir.
5'ê Îlonê saet di 04:00 de, şer li dora girê Şehîd Newal giran bû. Artêşa Tirk a li vir kuştî da, bi tank û topan li herêm da. Ev bomberdûman hê jî dewam dike.
Sibeha 4'ê Îonê, hêzên me yên li girê Guvenlîkê, li hemberî leşkeran çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
Ji dema destpêkirina operasyona li Çelê û vir ve, pêwendiya me bi yekîneyeke me ya gerîla ya li girê Şehîd Newal qut bûye.
LI DERSÎMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ
Roja 4'ê Îlonê saet di 16:15'an de, hêzên me li taxa Ecevît a li navenda navçeya Pîlemûriyê ya Dersîmê bi çekên ferdî li wesayîteke zirxî ya li dewriyê digeriya, dan. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndarkirin, zelal nebû.
BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMA GARÊ BARANDIN
4'ê Îlonê saet di navbera 12:30-14:30 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li mintiqeyên gundê Remo, gundê Bakirman û Deşta Nehlê ya li herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, barandin. Ji ber vê bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.
LI KERKÛKÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN
4'ê Îlonê saet di 18:00 de, gerîlayên me li herêma nabera gundên Nevafil û Vestan ên li Kerkûkê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de çeteyek hat kuştin."