Li Amûdê deh hezaran tecrîd protesto kir
Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîr a Rojava deh hezar kes hatin cem hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Li bajarê Amûdê yê Kantona Cizîr a Rojava deh hezar kes hatin cem hev, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
Girseya gel a ku li Qada Jina Azad a bajarê Amûde gihîştin hev, di saet 16:00’an de dest bi meşê kirin.
Nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser Demokratîk û partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star û sendîkayên bajarên Kantonê tevlî xwepêşandanê bûn. Di meşê de pankartên mîna; “Em dixwazin bi lez heyetek serbixwe rêkin Îmralî û agahî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin”, “Azadiya Rêber APO çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîne” û “Azadiya Rêber APO azadiya me ye.” Vekirin. Di meşê de wêneyekî Ocalan ê mezin hate vekirin.
Girseyê bertekên der berê tecrîda li ser Ocalan dewam dike nîşan, dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Ji Ocalan re azadî” qîr kirin.
Xwepêşandan berbi Qada Şengalê ve diçin.