Ciwanê ku leşkerên Tirk gulebaran kirin jiyana xwe ji dest da
Ciwanê ku dema ji bo tevlî meşa li Amedû bibe bi girseyê re ketibû rê û ji ber leşkerên Tirk gule lê barandin birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Ciwanê ku dema ji bo tevlî meşa li Amedû bibe bi girseyê re ketibû rê û ji ber leşkerên Tirk gule lê barandin birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Leşkerên Tirk welatiyên Rojava yên ji Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçûn bajarê Amûdê dan ber guleyan. Di encama êrîşê de zarokê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Dema gulebarana leşkerên Tirk de ciwanê bi navê Hemze Fenû yê 24 salî bi giranî birîndar bibû. Hemze Fenû yê rakiribûn Nexweşxaneya Dirbêsiyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Hemze birin bajarê Amûdê.