Berxwedana Mezin a Çelê

30’ê Tebaxê artêşa Tirk bi hemû hêza xwe ve û bi 10 hezaran çeteyên xwe ve, li bejahiya Colemergê operasyona xwe ya herî mezin a dîrokî da destpêkirin..

Helbet, gerîla serdestê vê araziyê bû, geliyên kûr ên Zapê û cihên bilind ên Ertûşê weke kefa destê xwe nas dikin.  Êrîş çendî mezin be jî gerîla jê re got, ‘ser çavan’’ û berxweda mezin a dîrokî da destpêkirin.

Gerîla ji êrîşên wiha re ne xerîb bû, 2008’an li Zapê, 2015’an li Çareçelayê êrîşên bi vî rengî yên artêşa Tirk bi berxwedana xwe pûç kiribûn.

Bi rojan e li qadê dengê balafir û topan dike nalenal..

Piştî her dengekî bilind di dilê xwe de dibêjim, ‘’gelo çi dibe?!’’ Lê piştî vê bi kêliyekê dibînim ku gerîla bi zeraqî û tecrûbeya xwe dîsa ev êrîş pûç kirine û debeke dî li dijminê xwe xistiye.

Ertûş bi alav û pêtî bûye. Ez vê hem dikarin bi wateya mecazî û hem jî ya rastî bibêjim…

Bi wateya mecazî; gerîla derbên xweş li çeteyên artêşa Tirk dixe û ti psîkolojî mîsîkolojiyê bi wan ve nahêle.

Bi wateya rastîn jî; bi dehan balafirên şer ên ku bi mebesta başkirina moralên leşkeran ku psîkolojî bi wan ve nemaye, bi saetan qadên bombe dike û dişewitîne.

Belê, Ertûş li ber xwe dide, gerîlayên li qadê bi berxwedaneke bi tehm û çêja Zapê li artêşa TC’ê dixe, artêşa Tirk ji hev tertûbelav dike û îmanê li wan diçikîne!