Ji YNK'ê surprîza 'Navenda Biryarê'

Komek ji rêveberên YNK'ê, ku Alîkarên Sekreterê Giştî Berhem Salih û Kosret Resûl jî di nav de hene, da xuyakirin ku wan di nava partiyê de Navendeke Biryarê ya nû ava kirine.

Berhem Salih, Kosret Resûl û komek ji payebilindên YNK'ê duh daxuyaniyek weşandin û gotin, "Biryarên li nava partiyê yan jî li derveyî partiyê bêyî agahdarî û erêkirina Navenda Biryarê bên wergirtin, wê ne biryarên YNK'ê bin."

Di danezanê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên siyasî, aborî û îdarî yên li herêmê û hat ragihandin, di nava YNK'ê de jî vê demê hin pirsgirêk rû dane û pozîsyona Sekreterê Giştî yê Partiyê Celal Talabanî ji aliyê hin derdoran ve tê îstîsmarkirin.

Di danezanê de hat destnîşankirin, ji niha û pê ve hemû biryarên li ser navê partiyê bên girtin, divê ji aliyê 'Navenda Biryarê' ve bên erêkirin.

Li hemberî vê daxuyaniyê, tê payîn komeke din a li nava partiyê, ku endama Polîtburo û hevjîna Celal Talabanî Hêro Îbrahîm jî di nav de heye, îro daxuyaniyeke din bide.