Encamên şerên 3 rojan ên Ii Şehbayê hate ragihandin

Di şerê 3 rojan de ku li herêma Şehbayê rû da, cenazeyên 19 çetayan ketin destê hêzên şoreşger, wesayîteke ku doşka li ser hat ruxandin û 70 mayînên çeteyan hatin rakirin.

Hêzên şoreşger ên ″Ceyîş El-Siwar, Meclisa Bab a Leşkerî, Eniya Parastina Şehba ya Jin û Lîwai Bakur a Demokratîk″ li gundewarên bakurê Helebê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer dikin encama şerên 3`ê rojan bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:

″Çeteyên DAIŞ`ê bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteyên El-Siwar kirin. Berî ku ew wesayît bigihîjin El-Siwar her du wesayîtên bombebarkirî ji aliyê El-Siwar ve hatin teqandin û bêbandorkirin. Piştî teqandina her du wesayîtên bombebarkirî şerê dijwar qewimî. Çeteyan gundê Um-Hewş, Um-Qura û Herbel ên rizgarkirî topbaran kirin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê gundê Um-Hewş û Ehrez bi çekên giran topbaran kirin. Şer, şeva roja Çarşembê rawestiya.

Li aliyê din, komên Tirkiyê desteka wan dike li bajarokê Kilcebrîn a dikeve başûrê Ezazê dozereke Ceyîş El-Siwar a bajarokê Eyîn Diqne kirin hedef.

1`ê îlonê çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê gundê Herbel, Um-Hewiş û Um-Qura ve êrîşî nuqteyên Ceyîş El-Siwar, Meclisa Bab a Leşkerî, Eniya Parastina Şehba ya Jin û Lîwai a Bakur a Demokratîk kirin. Şoreşgeran ji aliyê Um-Hewiş û Herbel bersiv dan êrîşê û hê jî li derdora Um-Qura şerê dijwar diqewime.

Di vê êrîşa dawî de 19 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û cenazeya wan di destê hêzên me de ne. Bi dehan ji çeteyan birîndar bûn. Hê jî gelek cenazeyên çetayan li erdên herêmên ku şer lê qewimîne li erdê ne.

Komên îmhakirina mayinan ên girêdayî Ceyîş El-Siwar 70 mayînên li her sê gundan hatibû danîn rakirin. Hê jî ev kom karê xwe berdewam dike.

Her wiha şoreşgeran wesayîta doşka ya rêxistina terorîst rûxandin û çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin.″