Di navbera çeteyan û Hêzên Ceyş El Siwar de şerekî giran heye

Çeteyên DAIŞ'ê bi topan êrîşî gundên Um El Hoş û Um El Qura yên li herêma Şehbayê kirin. Şervanên Ceyş El Siwar bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket. Şerê li vê derê bi dijwarî dewam dike.