BI DÎMEN

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî tecrîdê zêde dibin

Li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin.

Li Silêmaniyeyê, ji bo şermezarkirina tecrîdê, bi pêşengiya Tevgera Azadî çalakiya nobedê destpê kir. Li Çemçemalê jî meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.

Tevgera Azadî duh li Parka Nalî ya li Silêmaniyeyê, ji bo du rojan konê nobedê veda. Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmaniyeyê Hecî Azad li ser çalakiyê axivî û bang li gelê li Başûrê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe. Azad diyar kir, ew ê ji niha û pê ve çalakiyên xwe li her çar alî dewam bikin.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniya li ser navê Rêxistina Tevgera Azadî ya Silêmaniyeyê de hat gotin, "Dewleta Tirk bi tecrîdê bersivê dide têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Rêberê me. Banga me li raya giştî ya navneteweyî ye; divê li pêşberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemînin. Girîng e raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya însanî rabin. Em dixwazin tecrîd derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe."

GELÊ ÇEMÇEMALÊ: BI YEK DENGÎ EM LI BER TECRÎDÊ RABIN

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê jî, tecrîd bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê Tevgera Azadî, RJAK û Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn.

Li dû meşa li navenda navçeyê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemedî li vir axivî û got, rabûna li ber tecrîda li ser Ocalan erka bingehîn a welatparêziyê ye. Hemedî ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest bi ruhê seferberiyê xwedî li Ocalan derkeve.

Hemedî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û got, "Pêwendiya van êrîşan yekser bi tecrîdê heye."

Hemedî da zanîn, ku tecrîda li ser Ocalan dewama polîtîkaya tinehesibandina Kurdan e û got, "Em ê ti carî vê qebûl nekin. Îro, sibe, dusib, heta azadiya Rêberê me em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Ji şêniyên Çemçemalê yên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku rabûna li ber tecrîdê erka bingehîn a welatparêziyê ye û gotin, divê Kurd hemû bi yek dengî li dijî tecrîdê bisekinin.

Şêniyên navçeyê gotin, "Her kesên alîgirê azadiyê divê xwedî li Ocalan derkevin. Ev nêzîkatiyeke însanî ye. Ji ber ku zilm tê kirin. Bêdengiya li pêşberî vê yekê tê wateya hevpariya vê zilmê. Ocalan ji bo azadiyê têdikoşe, lewma 17 sal in tê tecrîdkirin. Eger em bi rastî jî azadiyê dixwazin, wê demê divê her kes li ber vê zilma li Îmraliyê rabe. Azadiya Ocalan ne tenê azadiya Kurdan e, azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ev erka her kesî ye."

...