Hikûmeta AKP'ê, ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj binixumîne, ku di çarçoveya plana têkbirinê de dimeşîne, bi sansur, girtina qenalên televîzyonê û rojnameyan, betalkirina weşana malperên înternetê, cezayên pereyan û şîdeta li rojnamevanan hewl dide dengê çapemeniya azad bibire. Rojnamevan Sertç Kayar ê li Kurdistanê rojnamevaniyê dike, ji ANF'ê re axivî û diyar kir, di demeke bi vî rengî de rojnamevaniya li Kurdistanê ne dûrî mirinê ye.
'ROJNAMEVANIYA RASTÎ DI DEMA ŞER DE TÊ KIRIN'
Kayar da xuyakirin, ku wî di nava Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de dest bi rojnamevaniyê kir û di nava 7 salan de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê nûçegihaniya DÎHA'yê kir. Kayar da zanîn, di sala 2009'an de ew hat Amedê û li vir dît ku rojnamevaniya li vê derê di nava şert û mercên girantir de tê kirin.
Kayar bibîr xist, ku 2 meh piştî hatina Amedê di dema şopandina nûçeyan de ew hat binçavkirin û got, "Ez hingî pê hesiyam, ku rojnamevaniya li Kurdistanê wê zehmet be. Zexteke welê hebû, ku divê rewşa li Kurdistanê bi tenê li gorî daxwazên desthilatdariyê were weşandin. Wê çaxê li hemberî çapemeniya Kurd operasyoneke mezin dihat meşandin. Di bi navê 'Operasyonên KCK'ê de zêdeyî 40 rojnamevan hatin binçavkirin û di wê kêliyê de rojnamevanî ji bo min bû karekî ji berpirsyariyeke cidî. Rojnamevaniya esasî di dema şer de tê kirin. Li pêşiya nîşandan û weşandina êş û bûyerên rastî yên li Kurdistanê, bendek heye. Hewl tê dayîn ku hemû nûçe bi yek dengî ji aliyê hêzekê ve bê nîşandan. Dema li hemberî vê rewşê helwest tê meşandin, wê çaxê jî hewl tê dayîn ku dengê mûxalîf bê birîn."
'ÇAPEMENIYA MÛXALÎF SIBEROJA WELÊT DIYAR DIKE'
Rojnamevan Kayar da xuyakirin, ku li Kurdistanê bi mehan e şer diqewime, bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, bajar hatin xerakirin, êş hatin kişandin, koçberî çêbû û destnîşan kir, ku yên divê van hemûyan ji raya giştî re ragihînin rojnamevan in.
Kayar got, "Gelo rojnamevan bûn sedema vê rewşê, ku niha tên girtin? Gelo ev şer ji aliyê rojnamevanan ve hatiye destpêkirin? Tu li kesên di bin navê rojnamevaniyê de pesnê desthilatdariyê dide temaşe dike, rewşeke welê tê nîşandan ku mîna her tişt xweş, jiyan normal e. Hewl didin vê pêvajoyê binixumînin û êşên tên kişandin nîşan nedin. Rojnamevanên ji Ewropayê hatin jî li vir hatin binçavkirin... Kesên di vê demê de bûn sedema hilweşandina Sûr, Şirnex û Farqînê, niha ji rêxistina terorê ya Feto hatine girtin. Lê hesabê êşên li vir hatin kişandin nehatin pirsîn. Eger li holê dewletek hebe, ew dewlet ji ewlekariya can û malên welatiyên xwe berpirsyar e. Wê demê, kî wê hesabê bi sedan mirovên li jêrzemînên avahiyan hatin şewitandin bide? Ji ber ku çapemeniya mûxalîf dengê van e, hewl didin bêdeng bikin.
Gelo li ser kîjan rojnamevana/î îro hatiye girtin çek derketiye? Ji ber ku bi tenê makîneya wêneyan û pênûs di destê wan de ye, tên girtin. Girtina rojnamevanan ji ber nivîsê, darbeya li çapemeniya azad e. Eger çapemeniya azad nebe, siberoja welêt jî nabe."
Kayar da xuyakirin, ku pêwîstiya vî welatî bi çapemeniya mûxalîf heye û got, "Di heman demê de çapemeniya mûxalîf hêza kontrolkirina desthilatdariyê ye. Eger karekî nebaş hatibe kirin, hingî mafê xwe heye rexne bike. Ji ber ku rexne dike, rojnamevan tê girtin. Davêjin ser avahiyên rojnameyan û bi lêdanê rojnamevanan digirin. Ez jî yek ji wan im, ku ji ber şopandina nûçeyan hatim binçavkirin, bi rojan di binê çavan de mam û şîdet li min hat kirin. Gelo ev çareserî ye? Bêguman çareserî nîne. Salên dûr û dirêj in ku rojnamevan tên girtin, rojname tên girtin. Lê dîsa jî xwe gihandiye roja îro. Ji bo nivîsandina rastiyan, mîna her carê li karê xwe xwedî derketin."
Kayar got, "Di vê pêvajoyê de rojnamevanî berpirsyariyeke cidî ye. Rojnamevan ya wê îro bi vê berpiryariya xwe rabe, yan jî wê piştî bi salan dema li pişt xwe temaşe kir, wê serê xwe berde ber xwe."