Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û da xuyakirin ku artêşa Tirk 1’ê Îlonê saet 19.00’an bi çekên giran êrîş bir li ser hêrêma dikeve navbera gundên Eyndiwêr û Mezrê ya giredayî Dêrîkê.”
YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de ev agahî parve kir: “Artêşa Tirk îro danê siharê bi topên hawan û çekên giran êrîş birin li ser gundê Hemam a giredayî navçeya Cindirêsê û gundê Qertitêla ya giredayî navçeya Şiyê ya Efrînê.
Piştî hewldana dagirkirina li Kobanê, gelê me yên nerazîbûn nîşan didan li ser sînor xwepêşandan li dar xistibûn. Artêşa Tirk îro yekser gelê me yên vir kirin hedef û di encama êrîşa artêşa Tirk de ciwanek hat qetilkirin û zêdetirî 50 kesî jî hatin birîndarkirin.”
Navenda Ragihandina YPG di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi ser Şedadê û got; “2’yê Îlonê saet 06.00’an di navbera gundên Malha û Mekmen ên giredayî Şedadê de, mayinek ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibû bicihkirin, di nav hemwelatiyên sivîl de hat teqandin. Di encama vê teqînê de 8 hemwelatiyên me birîndar bûn. Hêzên me kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Hesekê.”