KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelîfe: Ya pêşî li êrîşan bigire, têkoşîna gelê Rojava ye
Hiqûqnas û siyasetmedar Xelîfe diyar kir, êrîşên dewleta Tirk ên li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna gel dikarin bên şikandin. Xelîfe destnîşan kir, ku tevlîbûna PDK'ê li nava planên Tirkiyeyê, wê PDK'ê jî biqedîne. -
Çeteyên DAIŞ’ê ji 3 milan ve êrîş kirin
Çeteyên DAIŞ’ê bi ser mewziyên Ceyş El-Siwar ên li derdora bajarokê Ehrezê yê Efrînê ve, bi sê milan êrîş kirin. -
Dînç: Ji bo rakirina tecrîdê divê gel bikeve nava tevgerê
Parêzer Mazlûm Dînç li Nobeda Azadiyê ya li Xelfetiyê axivî û destnîşan kir, tecrîda li ser Ocalan bi berxwedana gel dikare bê rakirin û banga têkoşînê li gel kir. -
Şêniyên Hesekê: Em ê rê nedin plana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê
Şêniyên Hesekê nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya Tirk dan gotin, ew ê li ber vê dagirkeriyê rabin. -
AKP dixwaze bi bertîlê komkujiya li Dîlokê binixumîne
AKP ji bo berpirsyariya xwe ya di komkujiya li Dîlokê de binixumîne, hewl dide bi tekberên spî berdîlê bide malbatan. Malbatan nerazîbûneke mezin nîşanî vê hewldana dayîna bertîlê dan. -
Li Wanê polîsan avêtin ser malekê, 3 kes birîndar kirin
Li Wanê, polîsên Tirk nîvê şevê avêtin ser malekê û şer derket. Di şer de 2 kes birîndar bû û bi rengekî tazî ji malê hatin derxistin. Her wiha Mûstafa Dûman ê di dema şer de li şaneşîna mala xwe bû, bi giranî birîndar bû. -
YPJ: Ti şervanên me dîl nehatine girtin
YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku ti şervanên wan dîl neketine destê çete û artêşa Tirk û diyar kir, îdîayên dibêjin '2 şervanên YPJ'ê dîl hatine girtin' bê bingeh in û ji bo şikandina vîna gel tên kirin. -
Li gundê Germavê yê Elkê derketina derve hat qedexekirin
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, piştî operasyona leşkerî ya li herêma Meydana Kolya, Qeymeqamtiya Tirk a li Elkê li gundê Germavê derketina derve qedexe kir. -
Li Şehbayê şerekî dijwar diqewime
Çeteyên 'koalîsyona sûriyeyê' êrîşî gundên li herêma Şehbayê dikin. Ji ber van êrîşan şerekî dijwar li herêmê diqewime. -
3 şervanên YPG’ê yên DYA’yî ji Rojava ber bi Başûrê Kurdistanê hatin birêkirin
3 şervanên YPG’ê yên DYA’yî ku li Rojava jiyana xwe ji dest dan, ji deriyê sînor ê Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin verêkirin. -
5 şervanên azadiyê li Kobanê ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin
Cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kobanê bi merasîmek girseyî hatin oxirkirin. -
Ji bo dermankirinê zaroka 4 salî nayê rakirina nexweşxaneyê
Îro li navçeya Hezex a Şinexê zaroka keç a 4 salî ya ku pora wê kete ber mekîneya hevîr birîndar bû, bi hinceta ku 112 bersiv nade zarok ji bo dermankirinê nayê rakirina nexwşexaneya Amed yan Dîlokê. -
Artêşa Tirk li gundê Dendeniyê komkujî pêk anî
Artêşa Tirk a ku bi komên çeteyan re êrîşên xwe yên dagirkirinê dewam dike, li gundê Dendeniyê komkujî pêk anî. -
Kobanî çalakiya xwe ya li ser sînor dewam dike
Çalakiya nobedê ya gelê Kobanê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk dewam dike. Çalakî di kon de dewam dike. -
Tevgera Azadî û RJAK: Êrîşên dewleta Tirk destkeftiyên Kurdan dike hedef
Di daxuyaniya hevpar a Tevera Azadî û RJAK’ê ya li rêveberiya bajarê Kerkûkê, bal kişand ku êrîşên dewlat Tirk a li dijî Rojava hemû destkeftiyên gel Kurd dike hedef, bang li her kesê kir ku aktîf bikevin nava tevgerê. -
Artêşa Tirk êrîşî Rojava kir
Artêşa dagirker a Tirk, êrîşî nuqteya mabeyna Amûdê-Qamişlo ya YPG’ê kir. -
Gelê Qamişlo, dagirkirina dewleta Tirk protesto kir
Qamişloyiyan dagirkirina dewlata Tirk protesto kirin, bang li her kesê kir ku piştgirî bidin QSD’ê û YPG’ê. -
HPG: Herî kêm 21 leşker hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin. Di çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê de herî kêm 21 leşker hatin kuştin, gelek çek jî hatin desteserkirin. -
Ji YPS'ê daxuyaniya li ser Cizîr û Silopiyayê
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, kesê bi navê Mehmet Zekî Macatay ê li Cizîrê bi AKP'ê re dixebitî, ji aliyê yekîneyên wan ve hatiye kuştin. Li Silopiyayê jî ji ber teqîna bombeya ji panzerê hat avêtin, gelek zarok birîndar bûn. -
DBP: Divê şertên azadiya Ocalan werin pêkanîn
DRN a DBP’ê encamnameya civîna xwe ya duh ragihand. Di encamnameyê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin, şertên azadiya Ocalan werin pêkanîn. -
'Em bi ruhê Kobanê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê bang li gel kir, ku li dijî dagirkeran serî hilde û ruhê keleha berxwedanê Kobanê, careke din nîşan bide. -
Li Rojava li dijî dagirkeriyê çalakî berbelav dibin
Bi hezarên kesên ku li Dirbêsiyê, Til Temir û Zirgana dijîn bi mebesta şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk derketin qadan. -
Gelê Kobanê li dijî artêşa Tirk ber bi sînor ve diherike
Piştî ku artêşa Tirk kete nav xakên Kobanê gel kete nav berxwedanê. -
Wêneyên mala li Wanê ya înfaz lê hat kirin
Polîsên Tirk ên li navçeya Artemêtan a Wanê avêtin ser malekê, 2 kes înfaz kirin. Şahidan gotin, polîs yekser ketine nava xanî û gule reşandine. Wêneyên vê malê bi dest ketin. -
Gerîla TV dîmenên çalakiya sabotajê weşand
Gerîla TV, dîmenên çalakiyeke din a sabotajê ya gerîlayên HPG/YJA Starê weşand. Ev çalakî roja 23'ê Tebaxê li herêma navbera qereqolên Mamreş-Bezokê yên li Şemzînanê hatibû lidarxistin.