Artêşa Tirk li gundê Dendeniyê komkujî pêk anî

Artêşa Tirk a ku bi komên çeteyan re êrîşên xwe yên dagirkirinê dewam dike, li gundê Dendeniyê komkujî pêk anî.

Êrîşên artêşa Tirk ên dagirkerinê yên li ser gundên li bakûrê ava Sacur ku li bakûrê Minbicê berdema dike.

Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wan, saet derdora 19.00’an de bi dehan gundên li bakurê ava Sacur topbaran kirin.

Di topbaranê de li gundê Dendeniyê komkujî pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de 3 ji wan zarok bi giştî 5 sivîl hatin qetilkirin.

Ji ber ku topbaran hê jî dewam dike, têkildarî encamên komkujiyê agaiyên zelal nayên bidestxistin.

Artêşa Tirk di 25’ê Tebaxê de jî êrîşî heman gundî kiribû û çekên bi jehrî bikar anîbûn. Ji ber çekên hatine bikaranîn di laşê welatiyan de şewat çêbû. Gundiyan gotibûn ku ew ji ber bêhna çekan verişiyane, her wiha  laşê wan şewitî ye.